Meleyên Îranê yên çete gotine me Tengava Hurmuzê dîsa girtiye, kî ji wir derbas be piştgiriya dijminê me dike, emê lêxin.
Mêrikan bûne keleşên, korsanên deryayê, dibêjin ya hûnê xûgê bidin me, ya jî em
nahêlin hûn ji vir derbas bin.
Ji ber tirsonekiya serokên Ewrûpayê meleyên çete diwêrin vê keleşiyê bikin.
Hîn nuh 22 welatan bi hev ra beyanek belav kirine, gef li Îranê xwarine, gotine gerek Tengeva Hurmuzê neyê girtin.
Gefeke pir dereng e, Îran êdî gavê paş da navêje, dibê bi zor, bi lêdanê mele ala sipî hildin.
Hedefa Amarîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê gerek êdî ne îmzekirina peymanekê be, gerek xistina Komara Îslamî ya celadan be. Peymanek çawa were îmzekirin jî, heger mele nekevin li karê ne, ewê 47 salên din jî li ser hukim bimînin. Dibê dinya miheqeq ji van celadan xelas bibe, gişk werin girtin û cezakirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar