11 juni 2026

Dibê rojnamevanekî kurd vê îdîa Donald Trump zelal bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa gotiye, ”Amerîkayê sîleh şandin ji gelê Îranê ra ji bo ku li hemberî rejîmê bi kar bînin. Lê kurdan sîleh nedan xelkê Îranê.”

Donlad Trump ev çend car in vê îdîaya xwe dubare dike. Berpirsiyarên partiyên kurd ên Kurdistana Başûr û Rojhilat giş vê îdîa Donald Trump red dikin, dibêjin Amerîkayê tu sîleh nedane me, îdîa Donald Trump ne rast e...

Tiştê ez fahm nakim, heger bingeheke wê îdîa Donald Trump tune be, tiştekî wiha neqewimî be, Donald Trump çima vê buhtanê li kurdan dike?
Dibê rojnamevanekî kurd bi gewrîya Donald Trump bigire, bibêje, "we sîleh dan kê, nav bibêje!"
Rojnamevanekî kurd çima vê meselê baş nakole û rastiyê dernaxe ortê?
Ez pêşniyar dikim, dibê RÛDAW vê meselê miheqeq zelal bike. Ev îdîa Trump dibe sebebê gelek gotegotên, speklasyonên zirarê didin kurdan.

Heger îdîa Donald Trump rast e dibê derkeve ortê sîleh daneê kê, kê dest daye ser sîlehên Amerîkayê, nedane xelkê Îranê?

Na heger îdîa Trump vir e, dibê bi îspat were nîşan da donald Trump derewa dike, bêbextiyê li kurdan dike.

Lê dibê rojnamevanekî kurd vê meslê zelal bike, kurdan ji vê tuhmeta Donald Trump xelas bike.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar