12 juni 2026

Li ser gotinên pêşîyan çend gotin

Gotinên pêşiyan celebekî aforîzmayên kolektîf in. Hîmên bingehîn, kulturî yên civakê ne; felsefeya miletekî nîşanî me didin.

Gotinên pêşiyan aforîmayên kolektîf in, çimkî xwediyên wan nayên zanîn.
Gotinên pêşîyan encama tecrûbe, serpêhatî, şîn, şahî, êş, têkçûn û serkeftinên pêşiyên me ne.
Wan serpêhtiyên xwe bi gotinên wecîz wek mîrat ji nifşên li pey xwe ra hîştine. Bi wan gotinan şîret li me kirine, aqil dane me, rê nîşanî me dane, zimanê me şîrîn û dewlemend kirine.

Di kurmancî da bi dehhezaran gotinên pêşiyan hene. Qismekî ji wan hatine topkirin, wek kitêb çap bûne. Lê belkî deh qatê wan hîn top nebûne, nehatine çapkirin. Dibê hin lêkolîner viya ji xwe ra bikin kar, wan ji bîrbûnê, ji mirinê xelas bike.
Gelek însan bi mirina xwe ra bi sedan gotinên pêşyan bi xwe ra dibin gorrê. Meriv kanibe wan ji mirinê xelas bike pir baş e.
Gotinên pêşiyan ne kurmancî tenê da, di lehçeyên din da jî, di zazakî, soranî, goranî/hewramî da jî hene. Meriv bikanibe wan jî bike kurmancî ewê pir baş be.
Gotinên pêşiyan gişk bi kurmancî hebin ji bo zimanê me ewê pir baş û bi feyde be.

 Gotinên wekî ”dengê defê ji dûr va xweş tê”, ya jî "destê bi tenê deng jê nayê" rê nîşanî me didin.
Dengê defê ji dûr va xweş tê, dibêje, her tiştê ji dûr va xweş xuya dike kane ne xweş be, kane hin gelşên wê jî hebe. Dengê defê ji dûr va xweş e, lê ji nêzîk va meriv kerr û gêj dike.
Navî giran e, warî wêran e jî nêzî wê maneyê ye. Dibêje hin kes ne li gorî nav û dengê xwe ne.
Destê bi tenê deng jê nayê jî, balê dikşîne ser girîmgiya tifaqê, yekîtiyê.

-Çend numûneyên din ên pir xweş
-Devê hînî derewan bibe ray lê nabe
-Gayê qelp nîr dişkîne
-Gava Xwedê ji yekî ra li hev tîne nabêje tu lawê kê yî
-Gava ecela mar tê xwe di orta rê da kulor dike.
-Ji kerê û hespê qantir dertê
-Hespê mirinê hespekî beza ye
-Hesp dibeze siwar pesnê xwe dide
-Ga dimre kêr pir dibin.
-Pîvazê mexwe bira bîn ji devê te neyê
-Paxir jî zer e lê ne zêr e
-Nuh hatin, kevn hilatin
-Rûvî biweste dêl giran dibe
-Mar pir pak û rind bûya nigên wî nediketin zikê wî
-Mişkek dikeve satila şîr wî şîrî dirjînin
-Pîvaz çi sor, çi sipî
-Mirîşk çerçî ye, tu yê bidê, tu yê jê bistîne.
-Mihî pê li berxa xwe nake
-Peza tenê guran xwariye
-Şûr kalanê xwe nabire-Sêv ji darê dûr nakeve.

Gotinên pêşiyan nirxên exlaqî jî diparêzin, tecrubeyên nifşên berê dewrî nifşên nuh û yên pêşerojê dikin.
Gotinên pêşiyan di eynî wextê da edebîyateke gelêrî ya pir bilind e, hestên herî kûr, evînê, tenêtîyê, azadîyê, rojên dijwar bi estetîkeke pir xweş tînin zimên, sohbetê, axaftinê xweş, şîrîn û balkêş dikin.
Ez ji gotinên pêşiyan pir hez dikim, heta ji min tê wan fêr dibim û di nivîsên xwe da bi kar tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar