12 juni 2026

Em kurd ji ketin û rabûna xwe tu carî dersê û ibretê nagirin

Serokê partiya TÎPê Erkan Başê bi rayên kurdan bû parlamenter, gotiye:

”Dibe ku Partiya DEMê bixwaze bi namzedekî zimanê wî yê zikmakî kurdî ye (zexel naxwaze bibêje kurd) têkeve hilbijartina serokkomariyê. Em  dikanin li vir nebin şirîkên hev. Em kanin viya bipeyivin. Lê wek TÎP ez kanim viya bibêjim, em dixwazin bi namzedê xwe têkevin hilbijartinê.”

Ji bo ku nebêje em piştgiriya kurdekî nakin, gotiye ”namzedê zimanê wî yê dayikê kurdî be” ewê destegê nedenê, yekî wiha nakin namzedê xwe.
Mêrik eşkere gotiye ew piştgiriya kurdekî nakin, lê dixwazin kurd piştgiriya tirkekî bikin.

Kurdan ev nankor û bi sedan kesên wek wî ji kuçan top kirin, kirin parlamenter û xwedî meaş, nuha jî dibêje heger namzedê partiya DEMê yê serokkomariyê kurd be ewê destegê nedinê. Dibê namzedê wan yekî tirk be.

Kurd tu carî baqil nabin, tirk çiqasî kêrê bidin sifra wan jî hişê wan nayê serî, ders û ibrtetê ji serpêhatiya xwe nagirin. Qey dema aqil par bû kurd negihîştin ser. Aqilê zaro mîna pel û pincaro. Yê aqilzaro, dost û dijminê xwe baş ji hev nagerîne, tu carî baqil nabe.
  
Erkal Baş ne tirkê, çepê pêşî ye bi kurdan ra bêwefayîyê, nankoriyê dike. Ayhan Bîlgen ji Erkan Baş gelkî xerabtir e, mêrik nuha wek merivekî pantirkîst siyasetê dike.
Dibê kurd êdî piştgiriyê nedin tu tirkî, tu tirkî, çi çep, çi rast be, nekin namzedê xwe, negrin nav partiyên xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar