Donald Trumpê derewçîn dîsa gotiye, îmzekirina peymanekê bi
Îranê ra pir nêzîk e. Meleyên Îranê li têleke din dixin, li hemberî Amerîkayê
retorîkeke şer û êrîşkar bi kar tînin.
Donald Trump heta nuha 38 caran gotiye
peyman nêzîk e, amade ye, lê her car jî derew derketiye.
Bi qasî xuya dike, ji Îranê bêtir Amerîka(Trump)dixwaze şer rawest e û peymanek were îmzekirin.
Heger vê carê rast be, peyman çêbibe ewê peymaneke xerab û di lehê Îranê da be.Hêvî dikim tiştê di medyayê belav dibin ne rast bin.
Fortên Trump giş balon derketin, mele Amerîkayê bêminet
dikin.
Donald Trump ne mêrê bi meleyan ra kaban bavêje; ji ber
kêmaqliya xwe Amerîka li hemberî Îranê pir biçûk xist.
2026-06-12
XXX
Civata nefikire, bi aqilê xelkê, bi însanê xwe siyasetê
neke, dost û dijminê xwe baş ji hev negerîne, kesên ne ji xwe bike berdevk û
serokên xwe di dawiyê da poşman dibe, mehkûmî têkçûnê ye. Ew dibe def, qolik di
destê hinekên din da ye.
Dibê xelk nebe berdevk û serokên me.
XXX
Bosna li hemberî Kanadayê mixabin 0-1 li pêş e. Bosnî him
pir xweş dilîzin, him jî parastina wan ecêb xurt e. fizîkî jî xurt in. Ez
ditirsim xolek, du xolên din jî bavêjin.
Hêvî dikim Kanada di vê 45 deqê mayî da baştir bilîze û li
seha xwe mexlûb û husturxwar nebe.
Bosnî ne îş bi şans bûn, eynî mêrikê gur bi wan ra bû, topa
bênamûs nediket hundur. Di nîvê dawî da Kanadayê pir xweş lîst,3 xolên wan
neket hundur;şansê wan top ji qaleyê derdixst.
Lê baş bû Kanada nebirin. Maç 1-1 qediya.
Bi ruh û can dilîstin, parastina wan baş bû.Lê Kanada ji wan
biştir bû.
2026-06-12
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar