13 juni 2026

Kê Erkal Baş kiribe wekîlê kurdan dibê hesab ji wan were pirsîn


Siyasetmedarên tirk fikrên wan ên siyasî, îdeolojiya wan, partiyên wan cihê bin jî di mesela kurd û Kurdistanê da wek hev hev difikirin, dost û mitefikên hev in. Gişk mişkên qulekê ne, gişk nasyonalîstên tirk in, li dijî azadî û serxwebûna miletê kurd in.

Şerê wan şerê dê û dotê ye, îro şer bikin, sibe li hev dikin.
Ji bo wê jî beyana serokê TÎPê Erkal Baş dibê ji bo me kurdan nebe surprîz. Mêrik wek mahcirekî balkanî bûye tirk, naxwaze kurdek bibe serokê Tirkiyê.

Di vir da tiştekî ecêb û xerîb tune ye. Mêrik naxwaze kurdek bibe serokê Tirkiyê. 

Esas naxwaze kurd bibin tu tişt, lê nuha wiya nabêje, çimkî li zirara wan e.
Erê Erkal Baş bêwefayî, nakorî kiriye, lê ev tebîeta wan e, ne cara pêşî ye siyasetmedarên tirk bi kurdan ra xiyanetê dikin. 

Berê jî gelek kesên wek Erkal Baş bi rayên kurdan bûn parlamenter û dûra jî xwe ji kurdan dûr xistin.

Tiştê ecêb ne beyana Erkal Baş e, kêmaqiliya kurdên ew bi rayên kurdan kirin parlamenter. 

Îbrahîm Xelîl Baran gotiye:
”Eger gur pez ji kerî bixwe, kes gur sûcdar nake. Çimkî ev tebîeta wî ye. Lê her kes ewê şivên sûcdar bike, ji ber wî karê xwe baş nekiriye.

Sûcdar ne ew ehmeqê bi navê Erkan Baş e. Pirsa rastîn divê em bipirsin ev e: kê ev kes kirin wekîlê we?”

Îbrahîm Halîl Baran rast gotye, dibê hesab ji wan kesan were pirsîn.
Ma di nava kurdan da kes nemabû we bi dehan kesên wek Erkal Baş kirin nûnerên kurdan?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar