Pêşiyên me gotine darî xwar e, hosteyî rast e. Yanî şaşî, kêmasî ne ji hoste da ye, ji malezemeyê da ye. Malzemeyê hoste ne baş e.
Yê me kurdan darî rast e, hosteyî xwar e. Hosteyên me ne tu hoste ne, ne erbabên karê xwe ne. Ne ew siyasetmedarên kanibin miletê xwe ji bindestiê xelas bikin, bigihînin azadiyê.
Miletê me fedekar e, canfîda ye, ji bo azadî û serxwebûna xwe her fedekariyê
dike. Lê serokên me ne serok û siyasetmedarên baş in, ne erbabên karê xwe û serokatiya xwe ne.
Lema rewşa kurdan li Kurdistana Başûr, Rojava û Bakur li gorî berê gelkî
xerabtir e, roj bi roj xerabtir dibe.
Em li bende bûn li Kurdistana Başûr û Rojava serxwebûnê îlan bikin, xerabtir kirin. Mafên 10 sal berê bi dest xistibûn, giş ji dest dan, miletê xwe bêtir bi ereban va girê dan. Yanî sal bi sal hezar xwezî bi par
XXX
Êdî dem hatiye ez sipasiyeke ji dil bişînim ji Hîvîdar Zana xanimê ra
Di Xê da 15311 şopînerên min hene.Ji nava wan belkî şopînera
min a herî sadiq Hîvîdar Zana xanim e.Her nivîsa min a dikeve serê wê
diecibîne,carnan parve dike
Gelek kes hene qurre ne,nivîsekê tu carî naecibînin
XXX
Xortê bi navê Cîhan Acet, tiştê dixwîne bi dîqet dixwîne
nuha bala min kişand, got, min ciyê rîyê û simêlê tevhev kiriye. Min rî biriye
jor, simêl aniye jêr.
Di Xê da 15 hezar şopînerên min hene vê şaşiya min bala kesî
nekişandiye. Mala Cîhan Acet ava be, rî û simêl di ciyên wan ê rast da bi cî
kir.
Min gotibû, "tû dikim jor rî ye, tû dikim jêr simêl
e."
Bi xêra Cîhan Acet ciyê wan rast dikim:
-Tû dikim jêr rî ye, tû dikim jor simêl e.
XXX
Dar bi berên xwe şîrîn e, însan bi xebata xwe hêja ye, bi
qedir û qîmet e.
Ji bo wê jî dibê meriv li gorî emelê însên qedir bide însên. Merivê xebatkar, li gorî hêza xwe ji miletê xwe ra kevirekî dide ser kevirekî, fikrê me li dijî hev be jî li ba min bi qîmet e, teqdîr dikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar