Serok û berdevkên hukûmeta dewleta tirkan pir pesnê demokrasiya xwe didin, xwe dikin milyaket. Dibêjin efendim kurd birayên me ne, em ji kurdan pir hez dikin, em tu
carî ferqê naxin nabêna tirk û kurdan.
Vireke bi boçik e. Em miletekî bindest
in, welatê me hatiye dagirkirin. Zimanê me qedexe ye, zarokên me bi kurdî perwerde nabin.
Zanîngehên me, dibistanên me tune ne.
Di nasname me da ne kurd, tirk dinivîsîne, de îcar em û tirk çawa wek hev in?
Ji bo ku em û tirk wek hev bin, çi mafên tirkan hebin dibê em jî xwedî eynî mafan û heqan bin. Dibê zarokên me bi kurdî bixwînin. Dibê meclîsa me jî, dibistan û zanîngehên me jî hebin.
XXX
Tu hespê li rex guhdirêj girê bidî ya ewê bibe tîzokî ya jî
bibe gezokî.
Bi pîsan ra, bi xeraban ra, bi dost û hevalên neyaran ra hevaltiyê nekin. Hevaltiya bi merivê xerab ra meriv poşman dike. Carnan jî bela wan jî di meriv digere.
Meriv xerab li hemberî tu kesî ne dilpak û dilsoz e, ew her kesî wek xwe xerab texmîn dike.
XXX
-Heger tu ji şaşiyê ra li çepikan dixî fikrê te tuneye.
Heger tu xwar û rast ji hev nagerînî aqilê te tune ye.
Heger tu xwedî li derewan derdikvî exlaqê te tune ye.
Perwerde zarokan, rejîm civatê xera dike, fêrî bêexlaqiyê
dike.
Nîcolo Machîvellî
-Merhemeta bi sûcdar, zulma li yê mezlûm e.
Adam Smîth
-Vira êdî ne dinya kesên baş e, dinya kesên baş dilizîn e.
Shakespeare
XXX
Roj dihere qeza û bela nare. Yê xelkê ji çol û çepelan tê,
yê min ji ber nigê min tê. Diranê min di pelokê da dişkê.
Qeza nabêje ez têm, tu hew mêze dikî hat.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar