Dagirkerên welatê me gişk di rû da dostên hev xuya nekin jî, carnan
nabêna wan xera bibe jî guhên wan tim li ser hev e, di bin ra dost û mitefikên hev in.
Deve çiqas ji hev dûr biçêrin jî guhên wan tim li ser hev e.
Erdogan û Colanî di rû da xwe dûrî Îranê
nîşan bidin jî di bin ra dostên hev in.
Şerê nabêna wan yê dê û dotê ye, li hemberî me tim dost û mitefikên hev in.
Gava dibe mesela kurd û Kurdistanê giş dijayetiyên xwe yên siyasî, îdeolojî û dînî didin aliyekî û li hemberî me wek bira destên xwe didin hev.
XXX
Min digot belkî şerê Îranê û Îsraîl vê carê gelkî bajo, lê
wa ye wer nebû. Îsraîl çerx kir, got heger Îran êrîş neke em jî nakin. Wer xuya
dike Amerîka û Îsraîl newêrin zêde herin ser meleyên xwînxwar. Fêm kirin mele
xurt in, çavên wan meleyan nabirre.
Di destê Îranê da fuzeyên digihîjin Îsraîl pir in, ne kanin
îmha bikin, ne jî gişan bixînin.
Heger bikanîbûna cebilxaneyên Îranê îmha bikin û fuzeyên
davêjin gişan bixînin, şer ranediwestandin, ewê baş lêxistina, hata mele
diketin. Fêm kirin bi şer nikanin meleyan bixînin.
XXX
Gelek kurdên welatparêz, dilsozê welat û miletê xwe ji ber
ku ya hevalên PKKê ne, ya jî dilsoz û sempatîzanên PKKê ne,ji ruyê PKKê da li
dijî ala kurdî derdikevin.
Gava meriv bala xwe dide gotinên wan, parvekirinên wan,
merivên welatparêz in. PKKê ew kirine kesên li dijî ala kurdî.
XXX
Siyasetemdar û serokên tu miletekî din wek siyasetmedar û
serokên kurdan nabin êsîrên îdeolojiyan. Seokên xelkê îdeolojiyan jî, dîn jî ji
bona berjewendiyên miletê xwe bi kar tînin.
Gelek siyasetmedar û serokên me bi îslamê bûne zilamên
xelkê, bi çepîtiyê dijminan ji xwe ra çêdikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar