08 juni 2026

Hin însan korfahm in

Wek her civatê, di nava me da jî, di qada siyasetê da jî kesên cahil, nezan, totikvala, kesên bêmeju, kesên serhişk pir in.
Ji ber ku qafê wan wek kelaxê vale ye serê xwe bi tu tiştî ra naêşînin.
Dinya xan jî bibe, xerabe jî bibe qet ne xema wan e. Ew li rehetiya xwe, li kêfa xwe mêze dikin.
Bindestiya miletê wan qet ne xema wan e, fena merivên azad, bêkêmasî, ne bindest dijîn.

Çi zulm li gelê wan bibe jî pê bêhuzûr nabin, kêfa wan, huzûra wan tim li cî ye.
Mark Twain gotiye, ”tu delîl nikane bêmejuyekî, tewteweyekî îqna bike.”

Rast e, xêvên, bêmejuyên wer hene tu jê ra çi dibêjî, çi delîlî nîşan didî jî dev ji xeta xwe ya şaş bernadin, tim dibêjin, serokê min û partiya min; ew çi bibêjin, çi bikin rast e, bêyî wan kesê rast tune ye.
Hin însan korfahm in, meriv nikane aqil têxe serê korfahman.

XXX

Fikrê xwe dibêjim, hin tiştan rexne dikim gelek caran belengaz dibim, bêdeng dimînim dilê min rehet nake.

Nizanim çi bikim?

Tû dikim jor rî ye, tû dikim jêr simêl e. Mame di nabêna Xelîl û Celîl da. 

Demeke pir tevlihev e, meriv rişma zimanê xwe zêde bernede, nebe sebebê teşxeleyên bi zirar baştir e.
Zimano leqleq, serîyo teqreq. 
Nizanim, rehet can im.

XXX

Îran ji do da ye bombeyan bi ser Îsraîl da dibarîne.

Ev jî nîşan dide hêza Îranê ya fuzeyan hîn pir xurt e. Ji bo wê jî diwêrin êrîş bikin. Di destê wan da bi hezaran fuzeyên talûke hene.

Artêşa Îsraîl jî bêdeng nema, wan jî dest bi bombekrina Îranê kir.

Bazara bi meleyên celad, xwînxwar ra şaş e, dibê rejîma terorîst, koma celadan were xistin.

Amerîka hîn tevî şer nebûye. Meriv di beyanên Donalda Trump da sistiyekê dibîne. Donald Trump gotiye, "we fuzeyên xwe avêtin, êdî bes e". Ev sistî û dudiliya Donald Trump bêtir cesaretê dide meleyên terorîst.

Tiştê xuya dike şer ewê dîsa gurr bibe. Îsraîl ewê lêxe, Îranê jî bersîvê bide. Çimkî fuzeyên wan ên menzîldirêj pir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar