07 juni 2026

Heqareta Savcî Sayan ji ya Rahmî Koç girantir e


Civata me reaksîyoneke baş nîşanî cilqiya, zirzopiya Rahmî Koç da. Tu carî wiha nebûbû. Vê carê kurdan xwe bêdeng nekir, reaksîyoneke baş nîşan dan.

Desthilanîn feraca xêrê ye, li hemberî êrîşan dibê meriv xwe bêdeng û sil neke, dest bibe xwe, heqaretan bêbersîv nehêle.
Gava tu deng nekî ewê bêtir heqaretê li te bikin û li hustuyê te siwar bin.
Zarokê dest nebe xwe di nava hevalan da tim dipelçiqe, neheqî û heqaret lê dibe. Her kes diwêre bela xwe tê bide.

Meriv nikanibe bi yê êrîşkar jî dibê bêdeng nemîne, serê xwe netewîne, îtîraz bike.

Dostê min Yucel Aslan vîdeoyeke Savcî Sayan parve kiriye. Wî jî wek Rahmî Koç tinazê xwe bi kurdan kiriye, kurd wek merivên cahil, ehmeq, bêmeju nîşan daye.
Savcî Sayan kurdekî ji Agiriyê ye. Merivekî bêşexsîyet e, şelafekî dewletê ye. Ji bo berjewendiyên xwe kane her şelafiyê, he şeqlebaniyê bike.

Di vîdeoya Yucel Aslan parve kiriye da, Savcî Sayan jî henekê xwe bi mêr û jinên kurd dike. Tiştekî pir rezîl, sed qatî ji yê Rahmî Koç girantir li ser cahilîya kurdan dibêje.

Yên sudyoyê jî dibe tîqe tîqa wan, bi ehmeqiya kurdan dikenin. Tiştê gotiye pir ne xweş û giran e, ez naxazim wê bibêjim.

Qeşmeriya wî li ser sipîrala dixin vagîna jinan, ji bo ku jin bihalkî nebin û zarokan neynin. Dibêje kurdan digot ji bo ku li wan guhdarî bikin jin mecbûrî qebûlkirina vê sipîralê kirine. Û hin tiştên gelkî qeşmerî dibêje.  

Vîdeo di malpera Facebookê ya Yucel Aslan û BURHAN EREN(nu) da heye, hûn kanin lê temaşe bikin.
Gerek kurd vî bêedeb û şelafê tirkan jî têxin qûna kûçik û derxin, rexneyên li Rahmî Koç girtin li wî jî bigrin. 

Çimkî cilqiya Savcî Sayan kiriye ji ya Rahmî Koç pir girantir e, kurdan wek însanên bêmeju, ehmeq nîşan dide.

Yanî rasîzma wî kiriye ji ya Rahmî Koç girantir e. Dibê civat vî şelafê bêexlaq, bêedeb têxe binê erdê.

Rahmî Koç ne kurd e, lê ev merivê rezîl kurd e û henekê xwe bi miletê xwe dike, dibêje kurd merivên bêmeju ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar