07 juni 2026

Diz di wexta lihevparkirinê da bi hev dikevin

Neviyên me, Aras û Ronî bi rê da ne tên ba me. Lema wext tune bala xwe bidim rojevê, medyayê û li gorî wê nivîsekê binivîsînim. Ji dêlî wê va, wek xwarina malhizirî ezê ji hin fîlozofan çend gotinên xweş pêşkêşî we bikim. Hêvî dikim kêfa we ji wan ra were.

-Bêyî perwerdekirina dil, perwerdekirina aqil ne perwerde ye.
Gava ûjdan tunebe meriv bibe xwedî zanîn talûke ye.
Arîstoteles

-Yê ker be û xwe pezkûvî bihesibîne, gava xwe di ser xendekê ra çind dike rastiyê ferq dike.
Leonardo Da Vîncî

-Însan bi sê birran ji hev cihê dibin:

-Yên dibînin
-Yên dema tu rê didî dibînin
-Û yên tu carî nabînin
Leonardo Da Vîncî

-Diz ne di dema didizin da, di dema li hev par dikin da bi hev dikevin.

-Ez dûr û dirêj li hewanan temaşe dikim, ne yek jî li hemberî yekî ji hemcincê xwe bi çongan va nakeve erdê, hustuyê xwe xwar nake.

Walt Whitman

Heger tu bimeşî nêzîk e, tu lê binêrî pir dûr e.

Tu ji bo azadîya xwe, ji bo serxwebûna welatê xwe micadele bikî, azadî nêzik e, lê tu karekî nekî, pel pel lê temaşe bikî pir dûr e. Tu yê tu carî nagihîjî azadiya xwe, tim bindest bimînî.
Her tişt bi xebatê mimkûn e.

 -Carê li jiyana kesên te bi sozên cinetê dixapînin, te mahkûmî feqîriyê dikin binêre, tu yê bibînî li vê dinyayê cinetê dijîn.

Charles Darwîn

-Fêrî dîtinê bibin. Hûnê ferq bikin her tişt girêdayî hev e.

Charles Darwîn

-Napirse ku bizanibe, bipirsiya ewê bizanîbûya.

Nizane ku bipirse, bizanîbûya ewê bipirsiya.

Sadî Şîrazî

-Ew bi xwe venaxwe, bi şermezarkirina kesên vedixwin pir kêfxweş dibe.

Ji ruyê wî xapandin, sextekarî dibare, ji ber ku şerabê venaxwe xwe qurre dike; lê belê li ba tiştên dixwe şerab wek meze hesab dibe.

Omer Heyam

-Qîmeta kesên baş, rojekê kesên ne baş ewê nîşanî we bidin.

 XXX

Dinya nêrdiwan e, hilkişîna jor jî heye, daketin jêr jî heye. Meleyên Îranê û serokên Hamasê, Hizbullahê hilkişiyabûn jor, digotin belkî ewê tim li jor bimînin, qet danekevin jêr. Amerîka û Îsraîl bi guhên wan girtin, ew kundurkî totî jêr kirin.

Ayatulah Mojtaba Xamineyî 3 mehin bûye serokê Îranê lê belengazo newêrê ji qulika xwe ya binê erdê derkeve, xwe nîşan bide.

Piştî tu yê newêribî ji qulika xwe derkevî, xwe nîşan bidî, hema tu nebî çêtir e.

Serokê welatekî çawa sê mehan xwe vedişêre?

Sosiretekeke giran e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar