06 maj 2026

Devlet Bahçelî xwestiye Evdila Ocalan bibe koordînatorê aştiyê !

Serokê MHPê Devlet Bahçelîyê pantirkîst û antî-kurd li ser rewşa Evdila Ocalan gotiye:
”Heger valahiyek di rewşa Evdila Ocalan da hebe, dibê ew valahî bi rengekî di berjewendiyên komara Tirkiyeya bêteror da were çareserkirin. Dibê birêz Ocalan wekî koordînatorê pêvajoya aştiyê fermî bibe…”

Ev gotinên Bahçelî jî nîşan dide Evdila Ocalan zilamtiya Dewleta tirk qebûl kiriye. Heger ne were be, heger Evdila ji kurdan mefekî herî biçûk bixwesta Devlet Bahçelî nedigot "bira Ocalan resmî bibe koordînatorê aştiyê."

Bêyî bindestiya ebedî Devlet Bahçelî ji bo kurdan tu tiştekî din naxwaze. Ez ji viya sedîsed bawer im.
Ka em binêrin hevalên Ocalan ewê çi bibêjin?

Xwezî li dij derketana lê ez bawer nakim. Evdila Ocalan gişk kirine murîdên xwe.

XXX

Li gorî Rûdawê nivîsîye, endamê komîteya bipêşxistina perwerdeyê yê Sûriyê, Menan Cafer gotiye:

”Kurdî di sala 2026-2027a da nebe zimanê perwerdeyê, ewê bibe derseke hefteyê 2 seetî.”

Heger PYD, ENKS, partiyên din û miletê kurd vê qeşmeriyê qebûl bikin sosireteke mezin e.

Şerm û heqareteke pir mezin e kurdî li Kurdistanê ji bo zarokên kurdan bibe derseke heftê 2 seet.

Ev pêşniyara Tikriyê ye. Partiya viya qebûl bike hevalê dewleta tirk e.

XXX

Te çi çand, tu yê wiya biçinî.

Te çi xist beroşê, tu yê wiya bixwî.

We kî kir serok û rêberê xwe, we rayên xwe da kê, we ji kê ra li çepikan xist, jê ra lîrand, hûnê siyaseta wî, karên wî jî qebûl bikin.

Dibê meriv xeraban neke berdevk û rêberê xwe, talî poşmanî ye, perîşanî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar