Xwarziya xanima min(keça xweha wê)keçikeka 15 salî bû, çend roj berê xwe kuşt. Me du roj berê bihîst. Bi vê xebera reş em şok bûn.
Xanima min îro bi xweha xwe ra peyivî, me bi xemgîniyeke mezin, sersaxî jê ra
xwest. Ew û xanim têr giriyan.
8 sal berê jî birayê wê yê mezin, nuh zewicî bû, wî jî xwe kuşt, dinya li dê
bavê xwe kir zindan. Nuha jî xweha wî biçûk da dû birayê xwe, wê jî di 15
saliya xwe da dawî li jiyana xwe anî.
Dîtina întîxara du zarokên xwe yên ciwan ji bo dê û bavekî êşeke pir giran ya bêtarîf e. Ev trajedî neyê serê dijminê min.
Li Tirkiyê di van salên dawî da întaxîra di nava xortan da, bi taybetî jî di nava keçikan da pir zêde bûye.
Li gorî îstatîstîkên Dahîra Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK)di sala 2024a da 4.460 kesî xwe kuştiye. Ev rêje li gorî salên borî pir zêde bûye. Felaketeke mezin e.
Li Swêd salê li dora 1500 kesî xwe dikuje. Di sala 2024a da li Swêd 1453 kesî xwe kuştiye.
Li Ewrûpayê welatê întîxar lê pir zêde ye Almanya ye. Li Almanyayê her sal nêzîkî 10,000 kes xwe dikujin. Di sala 2023a ev jimar derketiye 10,304 kesî. Felaket e, herb e.
Li Fransayê salê di nabêna 8,800–9,000 kesî da xwe dikuje.
Li Îngilîstanê di sala 2024a da 7,147 kesî dawî li jiyana
xwe aniye.
Întîxar li Erebîstana Siûdî, li welatên ereb û misilman pir hindike.
Li Amerîkayê salê li dora 49,000 însan bi riya întîxarê dawî li jiyana
xwe tînin.
Li gorî îstatîstîkên fermî li Amerîkayê di sala 2023a da 49,316
kesî întîxar kiriye. Di sala 2024a da ev hejmar hinekî kêm bûye, daketiye 48,824.
Lê dîsa jî felaketeke mezin e.
Gelek sebebên întîxarê hene, li gorî şexsan diguhere. Sebeb kane nexweşiyên
psîkolojîk, bêhêvîtî, gelşên jiyanê, deyndarî, perçebûna malbatî, tenêtî,
carnan jî bikaranîna narkotîkayê bibe sebebê însan dawî li jiyana xwe
bînin.
Ew diherin, lê dê û bavên wan, hezkiriyên wan hetanî dawiya jiyanên xwe êşeke
mezin dikşînin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar