07 maj 2026

Tirkan kêf kirine serê me ketiye belayê

Go te kêf kir serê min ket belayê. Tirkan bi hevaltiya, bi hevkariya Evdila Ocalan kêf kirine, serê me kurdan ketiye belayê.

Îşê tirkan baş dimeşe, her tişt li gorî plan û daxwaza dilê wan dibe. Lê em feqîrên Xwedê emê çawa û çilo ji vê belayê, ji vê teniya bi don xelas bibin ne diyar e. 

Dayika min a rahmetî gava li ser meselaka zor, tevlihev pêşniyareke wê tunebûya digot, lawê min, de Xwedê çêke. De Xwedê çêke…

XXX

Karê xwe bike bi esas, ji bo ku dûra dil neke wahje wahj. Me merivên nebaş kir pêşeng,siyasetmedar, serokê xwe, bi salan halan tê hilda, jê ra lîrad. Nuha jî ji ber hîlebazî û fêlbaziyên wî însan dikin hawar û qare qar.

Ji hesinê xerab şûrê baş çênabe, dibê meriv viya bizanibe.

XXX

Şer jî şer e, nîvşer jî şer e. Dibê meriv şer dernexe, piştî derxist nîvçe nehêle û baz nede.

Amerîka êrîşî Îranê kir, şer derxist, nuha jî çerx dike, dixwaze meleyên celad, devbixwîn birîndar li ser hukim bihêle.

Mele nekevin ewê pir hartir bibin. Marê nîvkuştî pir talûke ye.

XXX

Facebookê nivîsa min a li ser întîxaran rakiriye, gotiye nivîsa te însan nerehet dike. Min tiştekî xerab, însanan teşwîqî întîxarê bike negotiye. Belovacî wê min xemgîniya xwe, empatiya xwe nîşan daye.

Xwarziya xanima min întîxar kiriye, min li ser trajediya wê tiştek nivîsî, min wiha got:

"Xwarziya xanima min keçikeka 15 salî bû, çend roj berê xwe kuşt. Me du roj berê bihîst. Bi vê xebera reş em şok bûn.

Xanima min îro bi xweha xwe ra peyivî, me bi xemgîniyeke mezin, sersaxî jê ra xwest. Ew û xanim têr giriyan.

8 sal berê jî birayê wê yê mezin, nuh zewicî bû, wî jî xwe kuşt, dinya li dê bavê xwe kir zindan."

Nivîs di bloga min da heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar