07 maj 2026

Ez fêm nakim çima hin kurd hewqasî ji Denîz Gezmîş hez dikin û wî yad dikn?


Do roja îdamkirina Denîz Gezmîş bû. Wek her sal, îsal jî gelek kesî, gelek kurdên çep, welatparêz Denîz Gezmîş yad kirin.
Hin kes jî li dij yadkirinê derketin, gotin bîranîna Denîz Gezmîş ne karê me ye, çimkî ew merivekî kemalîst bû.
Di medyaya sosyal da li ser vê meselê hin minaqaşe çêbûn.

Ez jî dixwazim bi çend gotinan fikrê xwe yê li ser vê meselê bibêjim. Min berê jî gotiye, lê di dubarekirinê da zirar tune ye.
Berî her tiştî, ez fêm nakim çima hin kurd xwe mecbûr dibînin li Denîz Gezmîş xwedî derkevin, wî bibîr bînin?

Tiştê herî ecêb jî kesên Denîş Gezmîş bibîr tînin ne kesên kemalîst in, kurdên welatparêz in, antî kemalîst in.
Ji bo ku meriv wefata yekî yad bike dibê tiştekî meriv yê mişterek hebe. Tu tiştekî me û Denîz Gezmîş yê miştereke, yê îdeolojîk, siyasî, rêxistinî tune ye. Ew lîderekî kemalîst ê xortên tirk bû, em kurd in û li dijî kemalîzmê ne.
Ji ber wê jî bi baweriya min dibê kurd Denîz Gezmîş û kesên wê demê hatin îdamkirin bibîr neynin.
Çimkî Denîz Gezmîş ne şehîdekî doza kurd û Kurdistanê ye. 
Ne lîderekî kurd e, di ber kurdan da nehatiye îmdamkirin.
Xortekî çepê tirk e, mezlûm e, dewleta wî neheqî, zulm lê kir. Bi îdama wî û hevalên wî xemgîn dibim, lê wî bibîr naynim.
Çimkî tu tiştekî me û wî, ne îdeolojîk, ne jî siyasî yê mişterek tune ye. Ji bo çi emê wî bibîr bînin?
Li dinyayê bi hezaran kesên mezlûm bi neheqî hatine kuştin, hatine îdamkirin. Ma em her sal wan bibîr tînin?
Bi hezaran kurdên qehreman, canfîda di riya kurd û Kurdistanê da hatine kuştin, hatine îdamkirin hene, we qet dîtiye tirkekî rojekê Xalid Begê Cibrî, Qazî Mihemed, Seyid Riza, Leyla Qwasim û bi sedan kesên wek wan bibîr anîbe?
Bibîr naynin, çimkî Xalid Begê Cibrî, Qazî Mihemed, Seyid Riza, Leyla Qwasim ji bo kurd û Kurdistanê canên xwe dan, li dijî dewletên dagirker bûn.
Lê li gel ku Denîz Gezmîş merivekî kemalîst bû, li dijî azadî û serxwebûna kurdan bû, hin kurd dîsa jî pesnê wî didin, her sal wî bibîr tînin.
Ev na be. Hûnê ê him li dijî kemalîzmê bin û him jî Denîz Gezmîş bibîr bînin nabe.
Denîz Gezmîş berî were îdamkirin ji bavê xwe ra nameyek (mektûbek) nivîsîye. Nameyên wî dijîtal kirine, yê bixwaze kane di Googlê da wan nameyan bixwîne. Ezê li jêr beşeke kin ji nameyeke wî bidim.
”Bavo, ez her tim sipasdarê te me. Çimkî te ez bi fikrê kemalîzmê mezin kirim. Ji zaroktiya xwe da li malê ez bi bîranînên Şerê Netewî mezin bûm. Û ji wê demê da min ji xerîban(biyaniyan)nefret kiriye.”
Wek tê dîtin Denîz Gezmîş xortekî kemalîst e, ne merivekî enternasyonalîst e, ne yekî wek Îbrahîm Kaypakaya şoreşgerekî piştgirê azadiya kurdan û antî kolonyalîst e. Kemalîzim îdeolojiyeke antî kurd e, îdeolojiya tirkên pantirkîst e.
Kurdê Denîz Geşmîş bibîr tînin merivên welatparîz in, kurdperwer in û antî kemalîst in.
Lê nabe merivên kurdperwer li yekî kemalîst xwedî derkevin, hurmeteke mezin nîşanî wî bidin, wî bibîr bînin.
Kurdên Denîz Gezmîş bibîr tînin wê demê dibê ne li dijî kemalîstên îro bin. Nabe meriv Denîz Gezmîşê kemalîst biparêze, lê li dijî kemalîstên îro be.
Hinek dibêjin, Denîz Gezmîş li ber darê sêdarê gotiye, "bijî biratiya gelan"!
Slogana bijî biratiya gelan şêleke siyasî diyar nake, piştgiriya azadî û serxwebûna kurdan nake. Tirkê nebêje bijî biratiya gelan tune ye, Perînçek, Erdogan, Bahçelî jî her roj şîara biratiya tirk û kurdan dubare dikin. Yanî "bijî biratiya gelan" Denîz Geşmîş nake merivekî antî kemalîst û piştgirê azadiya miletê kurd.

Not:
Yê bixwaze tirkiya mektûba Denîz Gezmîş bixwîne, kane di Googlê da”bibêje mektûba Denîz Gezmîş ji bavê xwe ra şandiye…”mektûbê bibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar