08 maj 2026

Çîroka jiyana Hejarê Şamil


Do bi şev derengê şevê di Welat TVê da min li Hejarê Şamil guhdarî kir. Program 40 deqe ye, 40 deqeyî li ser jiyana xwe peyivî.
Navê programê "Jiyana min e."
Jiyaneka wî ya pir balkêş heye, lema min bi sebir û bi kêfxweşî lê guhdarî kir.
Ez pir kêm li programên hewqas dirêj temaşe dikim. Min bi kêfxweşî guh da birayê xwe yê ezîz, Hejarê Şamil, dilşewatê kurd ûKurdistanê,
dildarî kurdî.Wexta we hebe hûn jî temaşe bikin. Hûnê jê hez bikin. Hejarê Şamil, wek bavê xwe yê rahmetî Şamil Eskerov merivekî zana, hêja, berhemdar û xwedî gelek huner û marîfet e. Xusûsîyeta wî ya herî muhîm kane tiştan bixuliqîne, ava bike, rêxistinan çêke.

Wek ew jî di axaftina xwe da dibêje, kurmancîya wî ekletîk e, hin şaşiyên gramerî dike, lê kurmancîya baş bûye, xwe baş îfade dike, metaforên pir xweş di cî da bi kar tîne.
Kurmancî ne zimanê dayika wî ye, dûra fêr bûye. ji bo wê jî hin kêmasî normal e.
Di axaftina xwe da gelek tiştên xweş û muhîm dibêje, ji wan yek jî li ser şair û şiîra kurmancî ye. Got:
”Li gorî dîtina min helbestên nuha bi kurdî tên nivîsîn tenê ji sedî yek helbest e, ji sedî yek helbestvan e.
Ji helbestnivîsaran sedî yek helbstvan e, ji sedî 99 ne helbestvan e.”

Baweriya teqrîben min jî ew e. Heger nej i sedî yek be jî, ji sedî 2-3ê ye. Şairên wek Arjen Arî, Cegerxwîn, Mele Ehmedê Palo pir kêm in. Gelek kes şiîrê dinivîsîne lê ne ew şair e, ne jî şiîra wî şiîr e.
Ez û Hejarê Şamil ji zûda ye bi riya medyaya sosyal hevdu nas dikin. Me çend caran ji hev ra nivîsîye. Çend sal berê di rojnameyekê da bi tirkî dinivîsî, nivîsên wî bala min kişand.
Min jê ra nivîsî, min got madem tu kurdî dibê tu bi kurdî binivîsînî. Got ez kurdekî asîmîle bûme, lê ezê hewil bidim kurdî fêr bibim. Bi rastî jî fêr bû. Min çend carên din jî jê ra nivîsî, tim ew teşwîqî nivîsîna kurmancî kir. Nuha kurmaciya wî baş e, ewê baştir bike.

Alan Genç, Hejarê Şamil wiha daye nasîn:

”Hejarê Şamil, helbestvan, rojnamevan, nivîskar, lêkolîner, wergêr, organîzator û rêberekî ji Kurdên Qefqasyayê ye, di 1966’an de li Kelbecerê (Kalbajar/Kavilbajar) , li Azerbaycanê hatiye dinê.
Bi zimanên Kurdî, Azerî, Rusî û Tirkî bi dehan pirtûk, bi sedan gotar û lêkolîn nivîsandiye. Damezrînerê gelek sazî û platformên civakî, çandî, rojnamegerî û weşangerî ye. Her wiha serokê Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê ye.

Li gelek welatên Sovyetên Berê: Rusya, Gurcistan, Azerbaycan, Kazakistan, Ozbekistan û Qirgizistanê xebitiye.

Jiyana xwe bi temamî ji bo parastin, lêkolîn û pêşxistina civak, ziman, dîrok û çanda Kurdan terxan kiriye.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar