Muftîyê qeza Giyadînê yê Agiriyê bi hinceta kesên kurdî nizannin hene, ferman daye meleyên mizgeftan, gotiye xutbeyên xwe, weazên xwe ne bi kurdî, bi tirkî bidin.
Muftî efendî gotiye, ”yek kes jî bi kurdî nizanibe gerek xutbe, weaz bi tirkî be.”
Dewleta tirk 100 sal e li hemberî miletê kurd vê siyaseta xwe irqçî, antî-kurd
dimeşîne.
Muftiyê Diyadînê bi serê xwe xutbeyên kurdî qedexe nake, ev sîyaseta dewletê û
ya Dîyanetê ye.
Dibê milet neçe li mizgeftan, li xutbe û weazên tirkî guhdarî neke.
Dibê partî, mele, alimên kurd, Tevgera VEJÎNê ji milet ra bibêjin neçin mizgeftên kurdî qedexe kirine û weazên bi tirkî didin.
Gerek ew mizgeft giş vala bin, dibê kurd neçin li weazên tirkî guhdarî nekin.
Gava mele bi tirkî weaz da mizgeftê biterikînin.
Kurd reaksîyoneke wiha nîşan nedin ewê weazên bi kurdî serbest nekin.
Gerek em nîşanî dewletê bidin em naxwazin li weazên tirkî guhdarî bikin, em dixwazin bi zimanê xwe li weazan guhdarî bikin, ne bi tirkî.
Hereketa VEJÎNê kane pêşengiya vê tevgerê, vê protestoyê bike.
Mele, muftî û alimên welatparêz jî gerek bi beyanên xwe vê biryara irqçî, antî-kurd protesto bikin û ji milet ra bibêjin neçin li weazên tirkî guhdarî nekin.
Siyasetmedar, ronakbîrên kurd jî dibê bêdeng nemînin, reaksîyoneke mezin nîşan bidin.
Bêdengî cesaretê dide dewletê, siyaseta xwe ya antî-kurd didomîne.
Lê gava milet li dij rabe, protesto bike, ewê gavê bi paş da bavêjin, ewê tirkî li ser kurdan ferz nekin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar