05 maj 2026

Husametîn Sandalcî, çiqasî sipasî te bikim hindik e !


Demeke problemeke kompîtora min çêbûbû. Lawikê me Rojen gelkî li ber da, xwest çareser bike, ji heq dernekt.

Ji mecbûrî min berê xwe da Husametîn Sandilcî, min got ancax tu werî gaziya min û vê gelşê çareser bikî. Jixwe her cara di mesela kompîtorê da rastî gelşekê têm, Husametîn tê gazî û hawara min û meselê hel dike.

Camêr do bi şev bi riya programa TeamVieverê hat jawara min, belkî seetekê pê da ket, berbîhev anî lê neqediya, got qismê mayî jî ezê sibe êvarî hel bikim.

Bîstek berê telefon kir, got ez hazirim û dîsa bi TeamVieverê ket kompîtorê, bir û anî, bir û anî, piştî 30-40 deqeyî gelş çareser kir.

Tiştê min dixweşt û ji min ra lazim bû, yek bi yek tekûz kir, got fermo, her tişt temam e, êdî tu kanî derbasî ser dîreksîyonê bibî.

Min camêr gelkî westand. Lê tu carî aciz nabe, bîna xwe teng nake, tim bi sebir, bînfirehî gelşên herî komplîke jî çareser dike. 

Tiştê jê ra xerîb be, nuh derdikeve pêş jî bi bînfirehî, bi hosteyî fêr dibe.
Ev problema min jî hinekî tevlihev bû, lê bi hosteyî ji hev derxist û çareser kir.

Hebûna dost û hevalên meriv yên wek Husametîn zana, fedekar di rojên teng da wek şûr in li pişta meriv, wek Xocê Xizir tên gazî û hawara meriv. Pir kêfxweş im hevalên min ên wek Husametîn hene.

Gelek sipas û hezar carî mala te ava be Husametîn. Kompîtora min nuha wek seetê dixebite, ew gelşa ez pir aciz dikirim nema. Hêvî dikim di demek nêzîk da dîsa gelşek çênebe.

Zemanê berê xweş bû, kompîtor, mompîtor, app û mapp û program tunebûn, qelem û defter bû, ew jî tu carî xera nedibûn. 

Qelem û kaxet diqediya, meriv yên nuh dikirî, ne hewce bû kes were hawara meriv. 

Pêşketine dinyayê, vê teknîka dîgîtal jiyan li kesên wek min kiriye ezab û îşkence. Ne xêra hevalên wek Husametîn Sandalcî be emê perîşan bibin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar