Ez dixwazim pirsekê ji kesên endamên, hevalên, dostên Hudaparê û îslamîstên alîkariya filistîniyan û Îranê dikin bipirsim.
Îranê heta nuha bi sedan kurd îdam kirine. Du roj berê dîsa 3 xortên kurd ên
wek kulîlkan îdam kirin.
We rojekê jî ev hovîtiya meleyên Îranê protesto nekiriye, rojekê jî hûn li dijî
Îranê nemeşiyan e.
Heger Îsraîl di nava du rojan da bi îthama sîxurên Îranê ne, sê filistînî îdam kiribana
we yê qiyamet rakira, we yê Îsraîl protesto bikira.
Çima?
Çima li hemberî vê barbariya meleyên Îranê ya li kurdan dike hûn çavên xwe, guhên xwe digrin û hewqasî bêmerhamet, hewqasî bêûjdan dibin?
Çima hûn zulma li miletê we dibe nabînin, protesto nakin û ji bo miletê xwe jî naşewitin, protesto nakin?
Kurd miletê we ye, ew jî bindest in. Meleyên Îranê ji Îsraîl kêmtir zulmê li kurdan nake. Îran jî kurdan dikuje, îdam dike.
Lê piştgiriya hûn bi filistîniyan ra dikin, hûn bi gelê xwe ra nakin, çima?
Hûn ji filistîniyan ra serxwebûnê, dewletê dixwazin, ji bo miletê xwe ne li Îranê, ne li Tirkiyê, ne li Sûriyê û Îraqê serxwebûnê, dewletê naxwzin. Çima?
Tiştê hûn ji filistîniyan ra dixwazin çima hûn ji miletê xwe ra naxwazin?
Çima hûn miletê xwe layiqî azadiyê, dewletê nabînin?
Çima hûn li hemberî miletê xwe hewqasî xemsar, bêûjdan, bêmerhamet in?
Ez dixwazim hûn li ser vê hinekî bifikirin û bersîva vê pirsa mmin bidin?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar