05 maj 2026

Dijminên me helbet ewê şampîyoniya Amedsporê pîroz nekin !

Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdagê neyarê kurdan serkeftina Amedsporê pîroz nekiriye. Ji ber wê jî hin kesan ew rexne kirine.

Umît Ozdag merivekî heta tu bibêjî neyarê miletê kurd e, serketina Amedsporê ew qahr kiriye,bersîva daye rexnegirên xwe, gotiye:

”Ezê tîmekê(taximekî) çawa pîroz bikim alîgirên wê êrîşî ala Tirkiyê kirin, red kirin sirûda netewî bibêjin û roja şehîdbûna leşkerekî tirk pîroz nekirin?”

Ev reaksîyona Umît Ozdag normal e, heger şampîyoniya Amedsporê pîroz bikira pir anormal bû, durûtî bû. Çimkî merivekî dijminê miletê kurd e.

Umît Ozdag mahcirekî kafkasî ye,  dibêje ew pantirkîstekî tirk e. Ew Tirkiyê, dewleta tirk temsîl dike.
Amedspor ne taximekî tirkan û Tirkiyê ye. Amedspor kurdan û Kurdistanê temsîl dike. Ji bo wê jî pir normal e Umit Ozdag bi şampîyoniya Amedsporê kêfxweş nebe û pîroz neke.
Di viya da tiştekî anormal, tiştekî meriv jê gazina bike tuneye.

Kurdên dixwazin Umit Ozdag Amedsporê pîroz bike neheq in, şaş difikirin.
Tiştên tirkan û kurdan kêfxweş dikin ne yek in. Tiştê me kêfxweş dike, tirkan xemgîn dike, diqeherîne. Dibê em viya êdî bizanibin.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî du rojan bêdeng ma, Amed Amedspor pîroz nekir. Do ev bêdengiya xwe xera kir û kerhen, bi şert û wek taximekî tirk Amedspor pîroz kir.
Qey Erdogan jê ra got pîroz bike, ev li kara me ye.

Lê pîrozkirina wî ne ji dil e, dijminane ye. Di beyana xwe da dibêje gerek Amedspor wek taximekî tirk hereket bike, kurtçîtiyê neke, ”piştgiriya aramî û yekîtiya Tirkiyê bike.”

Devlet Bahçelî sê sal berê li dijî navê Amedsporê derketibû, gotibû:

"Li gorî me cihekî bi navê Amed tune ye, meriv nikane behsa tîmeke bi navê Amedsporê jî bike.

Guhertina navê Diyarbakirsporê wek Amedspor li cem me tune tê hesibandin."
Bahçeliyê xwediyê van gotinan Amedsporê pîroz bike çi ye, pîroz neke çi ye! Diyar e tirkekî antî kurd e. Ew dev biguherîne, nuha tiştekî din bibêje jî ne samîmî ye, durûtiyê dike.

Berpirsiyarên Amedsporê şampîyoniya Amedsporê diyarî Sirri Sureya Onder kirine.
Çima ne serokekî, ne qehremanekî kurd, yekî tirk?

Merivên bêşiûr, ji tarîxa xwe bêpar heyranê xelkê ne, biryarên wiha digrin.
Gelek kesên nasnameya xwe înkar nakin, kurdayetiya xwe diparêzin jî ji ruh û şiûra netewî bêpar in. Ji bo wê jî nirx û sembolên xwe yên netewî, kesên ji bo kurd û Kurdistanê canên xwe feda kirine dernaxin pêş.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar