Tejikên maran bêjahrî nabin, ya jî tejikên/çêlikên maran ji maran pîstir in wek metafor rast e. Îslamîstên tirk ên nuha, sed qatî ji yên sed sal berê, ji pêşiyên xwe gelkî pîstir in, gelkî bijahrîtir in. Em vê rastiyê baş dibînin û ferq dikin.
Lê li aliyê din yên me bûne eksên tirkan. Îslamîstên me yên berê kurdperwer bûn, pêşengên miletê xwe bûn, bi mêranî canên xwe ji bo miletê xwe feda kirin.
Îslamîstên me yên nuha, Hudapar jî di nav da, piranî bûne xerîbên doza
miletê xwe û dildarên tirkan û Tirkiyê û şervanên filistîniyan.
Ne ji bo miletê
xwe, ji bo filistîniyan dixebitin. Ne ji miletê xwe ra, ji filistîniyran ra azadiyê, serxwebûnê û dewletê dixwazin.
Îslamîstên tirkan, farisan, ereban gişk nasyonalîstên miletê xwe ne, yên me jî bûne nasyonalîstên ereban, tirkan, farisan, misilmanan û dijminên miletê xwe.
XXX
Zekî Ozmenê cizîrî li ser çavdêriyên serdana xwe ya Cizîrê, li ser asîmîlasyona kurdan agahiyên diltezîn, pir tahl dide me.
Heger bajarê Melayê Cizîrî, Mem û Zînê, Mîr Bedirxan, Celadet Bedirxan hewqasî heliya be,ketibe bin serdestiya tirkî, dibê xewa şevan li me kurdan biherime.
Bixwînin, bibînin kurd çawa dibin tirk. Di vê tirkbûna kurdan da sûcê siyasetmedarên me, ronakbîrên me, xwendeyên me, îslamîstên me ji yê dewletê zêdetir e. Wan ruhê kurdayetiyê nedane kurdan, wan ji dewletê bêtir kurd heeisandine tirkî.
XXX
Do li Wêranşara min a xopan bagerek, bahozek, babîloskek
mezin rabûye, zirareke madî ya mezin daye gelek deran, banên, çatuyên gelek
xaniî û kargehan firandiye.
Çend kes jî birîndar bûne. Li Wêranşarê cara bager û
babîloska hewqasî xurt, wek ya Amerîkayê ranebe. Dinaya serobinî hev bûye, êdî
her tişt dibe.
Ji hemşeriyên xwe yên birîndar ra şîfayê û selametiyê
dixwazim.
XXX
Yekî mar pê vedabû, ji liva werîs ditirsiya, digot belkî mar
e.
Tiştên tirkan, rastên wan, çepên wan, dîndar û îslamîstên
wan heta nuha anîne serê me, êdî ez ji başê wan jî bawer nakim, jê ditirsim.
Me gelek başên wan ceribandin, kirin parlamenter, kelekên kurmî û genî derketin.
XXX
Elî Bûran jî xatir ji vê dinyayê xwest, çû warê xwe yê
ebedî. Demeke nexweş bû, pir kişand.
Gorra wî bihuşt be. Xwedê sebrê bide xanima wî û herdu lawikên
wî. Serê malbata Bûrûna sax be.
Elî Bûrûn hevalekî me yê salên 1970î bû. Di salên 1980î da
gelek zulm, îşkence dît.
Merivekî fedekar bû, dilsozekî sadiqê doza miletê xwe bû. Ji
doza miletê xwe tu carî sar nebû, li gorî zanîn xwe tim xwest ji miletê xwe ra
karekî, xizmetekê bike.
Serê malbatê, dost û hezkiriyên wî sax be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar