04 maj 2026

Bi îltîfatên derewîn qerfê xwe bi me dikin

Yekî xwest qerfê xwe bi yekî bike, jê ra digot, ”axayo”!

Sero û siyasetmedarên tirk gava ji hin serok û siyasetmedarên me ra dibêjin, ”birêz, hêja, muhterem, serok” nizanim çi, di eslê da xwe henekê xwe bi wan kesan dikin.
Çimkî li hemberî kurdan ne ji dil in, durû ne, di çavên wan da ew şexs hîn jî terorîst in, qatilên zarokan in, separatîst in, dijminê tirkan e, hevalên terorîstan e.
Nezaketa wan sexte ye, durûtî ye, vir e. Gerek meriv ji îltîfata wan bawer neke. 

-Ji yekî ra gotin:
- Tu bext dixwazî ya jî text.
Got:
-Bext hebe textê bi xwe bê
Bi dijminên me ra bext tune ye. Lema gerek meriv tu carî ji gotin û qewlê wan bawer neke. Hal û karê wan xapandin e. Bi soz û îltîfatên derewîn pêşiyên me xapandin, em kirin bindest. Nuha jî ji bo berjewendiyên xwe li hemberî siyasetmedarên Kurdistana Bakur û Başûr eynî siyasetê dimeşînin.

XXX

Go zil zil berev kir, mil mil belav kir. Ya jî bi kevçî top kir, bi heskê belav kir.

Serokên me jî wer dikin, tiştê bi kes û xebata, bi bedelên mezin hatine bidestxistin, hêdî hêdî, piço piço belav dikin.

Meriv bêhîvî dibe, lê ew jî ne baş e. Dayika min a rahmetî di rewşên wiha da digot, Xwedê çêbike...

XXX

Rewşa me hewqasî xerab bûye, gava xebera herî ecêb, herî xerab jî dixwînim bi min xerîb nayê.

Çimkî me carê daye navê. Piştî meriv da nav avê, ha li çongê, ha li navê ferq nake.

Serokê netewî rojê beyaneke meriv dîn dike dide, lê dîsa jî bi hezaran kes jê ra li çepikan dixin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar