Hinekan hingiv xwar, mozê bi min veda. Tirkan hingivê, qeymaxê herba Îranê û Îsraîl û Amerîkayê xwarin. Ji Îranê petrol erzan kirîn, delalî, qaçaxçîtî ji Îranê ra kirin, bi milyaran perê reş bera bêrîkên xwe dan. Hîn jî vî karê xwe didomînin û hingiv û qeymaxê şer dixun.
Yên hatin kuştin, yên îdam bûn, yên welatê wan hat bombekirin jî em kurd in.
Îranê li Kurdistana Başûr herî kêm 20-30 pêşmerge û sivîl kuştin. Bi dehan kurd
bi tuhmeta ajantiyê îdam kirin.
XXX
Hinek dibêjin xwedêgiravî ji bo ku kurmancî kêm tê xwendin,
tirkî zêde tê xwendin ew bi tirkî dinivîsin.
Sebeb ne rast e, lê em bibêjin bira rast be. Numûneyên vê
îdîayê pûç dike hene.
Nivîsa min a do, ya li ser kekê Dr. Nacî Kutlay ji alî 9177
kesî va hatiye xwendin.
Kîjan nivîsa kurdan a bi tirkî di rojekê da 9177 kes
dixwîne?
Dêmek nivîs balkêş be, li ser mijareke muhîm be, bi kurmancî
be jî bi hezaran kes dixwîne.
XXX
Tîma Amedsporê di vê maça dawî da bi Îdîr Sporê ra 3-3 ma û
derbasî Lîga Super bû.
Amedsporê pîroz dikim û di Lîga Super da jê ra serketinê
dixwazim.
Gerek em kurd wek miletekî bifikirin, kîjan tîma Kurdistanê
bi ser keve dibê em pê kêfxweş bibin. Amed ya jî bajarekî din yê Kurdistanê
ferq nake.
Lê Amed paytext e, qezenckirina Amedsporê wek sembola netewî
helbet muhîmtir e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar