Dr. Nacî Kutlay
Min nuha telefonî kekê xwe yê hêja, Dr. Nacî Kutlay kir. Ez û wî dostên hevdu yên kevn in. Kekê Dr. Nacî Kutlay di salên 1960-70î da kedeke mezin daye şiyarbûna kurdan. 60-70 sal berê kurdperwerî ne karê her mêrî bû, dibê meriv viya ji bîr neke.
Bi telefona min pir kêfxweş bû, got, haaa, Zinar tu yî?
Min got erê ez im. Çend sal berê jî min telefonî wî kiribû.
Em dûr û dirêj peyivîn. Me li halê hev pirsî.
Got min çend nexweşî derbas
kirine, tabî ew jî normal e. Lê nuha ez baş im.
Min got, keko, wele tiştekî xerîb tune tune ye, tenê em roj bi roj kêm dibin.
Mingot, kekê Weysî Zeydanlioglu wefat kir, seydayê Mihemed Emîn Bozarslan wefat kir, hêdî, hêdî dor tê min jî.
Keniya, got, na na, tu hîn xort î.
Min got, keko, xortê çi, halê çi, ez 76 salî me…
Got, 76 çi ye, ez 96 salî me…
Dengê wî pir baş dihat. Fena ku li ser xwe be. Guhê wî giran nebûbû
Min got, tu bîranînên xwe beşa duduya dinivîsînî ya na?
Got na, ez dixwînim, tiştan taqîb dikim. Lê nivîsîn êdî ji bo min zor e, nikanim. Ancax hinek werin, alî min bikin, em sohbet bikin, wê demê dibe.
Min got, min ji Rûdawê ra gotibû, herin bi kekê Nacî Kutlay ra hevpeyvînekê bikin, gelo ji wan kes hat ba te ya na?
Got, na kes nehatiye…
Ji wan, ji kurdan bêhêvî bû. Got kurd ne pêşketî ne, wiha ne...
Kurd bêwefa ne, di saxiyê da qedir nadin însanên xwe, piştî dimrin dest bi pesnên wî dikin û civînan li ser çêdikin. Telewîzyonke kurdî naçe pê ra sohbeteke xweş nake. Piştî wefat bike ewê pesnê wî bidin...

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar