02 maj 2026

Min îro bihar anî û bûm turîstê taxa me


Wele min îro bihar anî û bûm turîstê taxa me. Ji do da ye bihareke rengîn hatiye Hanîngeyê, 19 derece germ e, nabe ez wê qebûl nekim, tahm û lezetekê jê negirim.

Îro xanim çû ba lawê xwe û neviyên xwe. Ewê herin ser gorra diya bûka me. Ez neçûm, min xwe wek turîstekî modern jdand û li mehela me kolan bi kolan, quncik bi quncik gerîyam, 85 deqîqeyî meşiyam.
Ne meşeke zêde ye, lê dinya germ bû û wexta navrojê bû, lema min meşa xwe kin birrî.

XXX

Do min got xwendevanên bloga min Hindik-Rindik zêde bûne, rojê 4-5 hezar serdan çêdibin.

Lê şopînerên abone, daimî, yên her nivîsa min dihere ser e-maîla wan tenê 17 kes in. Kes nabe şopînerê daimî. Halbû meriv kane têkeve bloga min, e-maîla xwe qeyd bike, wê demê her nivîsa min ewê here ser edresa wan.

Di mesela taqîba, şopandina daimî da xwendevanên min xemsar in, nabin şopînerên daimî. Ji bo min ferq nake, lê şopînerên daimî hebin xweş e.

Bimînin di nava xêr û xweşiyê da.

XXX

Li ba kesê pir dipeyive xwe kerr bike.
Li ser sifra merivê çikûs têr be.
Xwe ji kesê tim li kêmasî û qusûra însanan digere dår bigire.
Nebe hevalê însanê bêwefa. Însanê bêwefa ne dîwarê saxlem e, meriv nikane pişta xwe bispêrê.
Ji merivê bêedeb, bêheya dûr keve. Meriv nizane jînga ewê çi zirzopiyê bike.
Ji însanê pozbilind, qurre dûr bisekine. Qedir bide merivê nefsbiçûk, dilnizm.
Ji însanê heddê xwe nizane bi mesafe be.
Li ba însanê qure, bi kibir, bozbilind giran be, belkî feydeya te bigihîjê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar