Rastên me, çepên me, dîndar û îslamîstên me bûne berdevk û wekîlên filistîniyan û rexnegirên Îsraîl, Amerîka û Xerbê yên herî tûj. Ji filistîniyan bêtir êrîşî Îsraîl, Amerîka û Xerbê dikin.
Ji bindestî û perîşaniya miletê xwe bêtir ji bo filistîniyan dişewitin, ji bo wan dikin qîrîn û hawar.
We qet dîtiye serokekî filistînî, siyasetmedarekî, ronakbîrekî filistînî ji bo kurdan serokên Tirkiyê, Îranê, Îraqê rexne kiribin?
Ji bo ku Amerîka, Ewrûpa, Îsraîl li hemberî kurdan durû ne, alîkariya kurdan nakin, we qet dêtiye filistîniyan ew rexne kiribin?Heger ne ji tirsa Amerîka û Ewrûpayê be ereb, tirk û faris di nava hefteyekê da
ewê qira me bînin. Dev ji dijminatiya Amerîkayê, Îsraîl û Ewrûpayê berdin. Ji
filistîniyan bêtir em motajî alîkariya wan in.
XXX
Rêwîtî,ger û seyran xweş tişt e,lê çirte pirt li pişt
e.Meriv bigere,der û dinyayê bibîne xweş e,lê ne belaş e,pere lazim e.
Ji bo wê
jî dibê meriv hesab û kitabê xwe baş bike, piştî ger û seyranê rût û repal
nebe.
Gelek swêdî deyn dikin diçin tahtîlê,dûra jî perîşan dibin.
Di telewîzyona swêdî,kanala 3a da programeke bi navê
"Lyxfallän"/Kemîna Luksê heye. Ez û xanim her êvar temaşe dikin.
Gelek swêdî dikevin bin deynê faîza sedîsed, sedîdused,
perîşan dibin. Gunehê xanimê pir bi wan tê, dike ax wax, şîreta li wan dike, ji
dêlî wan xemgîn dibe.
XXX
Waliyê Stenbolê gotiye di pîrozbahiya 1ê gulanê da 576 kes
hatine girtin. Pir hindik girtine, Xwedê kir ne çend hezar in û mirî tune... Li
Tirkiyê tu salê 1ê gulanê bi rehetî, di nava kêf û şahîyê da nayê pîrozkirin.
Miheqeq teşxele, şer, gelekê caran jî kuştin çê dibe.
Di 1ê gulana 1977a da li li Stenbolê, li Meydana Taksîmê
xelk gulebaran kirin, 42 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Baş e
ev qetlîam dubare nekirine.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar