Koleksîyona Jaba ya li ser folklora kurmancî di 13 cildî da îsal ji alî wezareta kultur û turîzmê ya Tirkiyê va hat çapkirin.
Wezareteka Tirkiyê kitêb çap kiriye, hin kes bi şelafî pesin û methê Erdogan
didin, Erdogan bi ezmanan dixin, sipasî wî dikin, fena ku Erdogan çêyiyeke pir mezin bi me kiribe.
Wezareta kultur û turîzmê kitêb çap kiriye, çima hûn di methê Erdogan da bi hev ra ketine reqabetê?
Diyar e dewleta tirkan hewqasî ji dewletbûnê derketiye, heta bigihîje biryara çapkirina kitêbekê jî serokê dewletê dide. Lema hin kes di pesindana Erdogan da bi hev ra ketine pêşbirkê.Tirkan û Erdogan çêyikek mezin bi me nekirine, statueyek nedaye me, zimanê me nekiriye zimanê perwerdê, navê welatê me Kurdistan qebûl nekiriye, here were kitêbek me çap kirine. zêde mezin nekin, hewqas şelafî ne xweş e.
Ev koleksîyon Jaba ne cara pêşî ye çap dibe, berê jî perçe, perçe ji alî hin weşanxaneyên kurdî, Avesta, Nûbihar û hinên din va hatiye weşandin. Koleksîyon hatiye dijîtalîzekirin jî.
Yanî ev koleksîyon ne cara ewilî ye çap dibe, berê jî perçe perçe, çap bûye.
Lê ev çap li ser hev e û bi cild hatiye çapkirin. Baş e, koleksîyon li ser hev e û çapa wê jî xweşik e.
Lê ne hewce ye meriv hewqasî pesnê Erdogan bide. Here were kitêbeke me çapkirine. Lê bi sedan, belkî bi hezaran belge û eserên kurmancî di arşîvên wan da hene ji bo ku kurd nebînnin veşartine, di arşîvan da bi navên sexte arşîv kirine.
Erdogan 24 sal e li ser hukim e, lê gorên mezinên me, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Dr. Fûad, Yusuf Zîya Beg, Kemal Fewzî, Seyid Abdulqadir, Şêx Şerîf, Seyid Riza û bi sedan kesên bi wan ra hatin îdamkirin teslîmî malbatên wan nake.
Erdogan ciyê gorra Seîdê Kurdî nabêje.
Kesên ji bo çapkirina koleksîyona Jaba hewqas pesnê Erdogan didin, ji Erdogan ra nabêjin 100 sal di ser hovîtiya we ra derbas bûye, tu çima hîn jî hestiyên miriyên me nadî me?
Li ser kirîn û anîna koleksîyona Jaba agahiyeike kin:
Ev arşîva Jaba li Rûsyayê bû. Dema Prof. Qedrî Yildirim
berpirsiyarê beşa kurdî ya zanîngeha Mêrdînê bû, bi Azad Onen ra çûn Rûsyayê,
ev arşîv ji wan kirrîn.
Wê demê wî û mamostayên beşa kurdî xwestin ev materyal wekî eslê xwe
(facsimile) çap bibe. Amadeyî kirin, lê rektorê wê demê Agirakça guh nedayê.
Nuha rektorê unîversîteyê rê da û mamostayên beşa kurdî ji bo çapê amade kirin.
Wezaretê heqê çapê daye.
Rûsan ev arşîv ji dema Mela Mehmûdê Bazîdî, yanî nêzî du ses sal parastine.
Heke berê biketa destê osmanîyan û dewleta tirk ewê ya îmha bikirana
ya jî wek eserên din veşartana.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar