10 maj 2026

Xwedê kir ez kurd im û kurdî zanim

Min îro bîsteke dirêj li dengbêjan, li sitranên kurmancî guhdarî kir. Min ji Sîpan Xelat, li kilama Şêx Mehmûd, ji Hozan Aydin, Xewna Şevê, ji Salihê Qubînî li kilama Evdalê Zeynikê, ji Dr. Balkîs Doskî çend sitran, li Karapêtê Xaço, li Tahsîn Taha, ji Rojda li kilama Helîmê û li çend kilamên din guhdarî kir.

Min du caran li kilama Mihemedê Seîd Axa Lawikê Deqorî û Zerga Evdî guhdarî kir. Xortê vê kilamê dibêje hinav li min tîne xwarê. Ji guhdarîkirina vê kilamê têr nabim.

Min li çend kilamên soranî yên govendê jî guhdarî kir.Ez mest bûm.
Min got Xwedê kir ez kurd im û kurmancî zanim.
Heger ez ne kurd bûma û min bi kurmancî nizanîbûya, ezê ji gudarîkirina van dengbêj û sitranbêjan, ji guhdarîkirina muzîka kurdî bêpar û bênesîb bimama.
Min ban xanimê kir, min çend sitran bi wê jî dan gihdarîkirin.

Dûra min ji xwe ra got, şikir kir ez kurd im û kurdî zanim. Heger min kurmancî nizanîbûya ezê ji guhdarîkirina vê muzîka muhteşem, ji guhdarîkirina van sitranên meriv mest û îhya dike mehrûm bimama.

Çi heyf kurdên asîmîle bûne ji guhdarîkirina vê muzîka bêhempa bêpar in, bêyî ku ew jî bikanibin weke min li vê muzîka muhteşem guhdarî bikin, fena min li ber wan dengên bêemsal mest û serxweş bibin, bêyî ku di saxiya xwe da vê tahm û lezetê tahm bikin, vê zewqê bijîn ewê bimrin û herin ji vê dinyayê.

Heger asîmîle nebûne ewê kanîbûna li muzîka kurdî guhdarî bikin û muzîkê jî ewê şiûr û hestên netewî bi wan ra xurt bikira, ewê bêtir ji ziman, muzîk û kultura xwe hez bikirana. Ewê bibûna kurdên baş, kurdên xwediyên ruh û hestên netewî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar