Dixwazim li ser girîngî û tesîra muzîkê çend gotinan bibêjim.
Muzîk yek ji hîmên herî bi hêz yê aîdîyeta netewî, ruhê
netewî ava dike, diparêze, xurt dike û dewrî nifşên nuh dike.
Muzîk, çîrok, destan, edebîyat, folklor tarîxa miletekî di hafizeyeya însanan a
kolektîf da zindî dihêle.
Bi taybetî jî ji bo miletekî wek me bindest, bêdewlet zimanê wî di bin talûkeya asîmîlasyonê da ye, muzîk, kilam, edebîyat dibe mertalê xweparastinê yê herî baş.
Kultur û nirxên civakî bi rêya muzîkê, kilamên dengbêjan,
çîrokan, destanan rehettir derbasî nifşên ciwan dibin û bi însanan ra ruhekî
netewî, kollettîv ava dike.
Gava em li muzîka kurdî, li dengbêjan, li sitranbêjan guhdarî dikin, em him kêf
û zewqeke mezin jê digrin, him jî nasnameya me ya netewî xurt dibe.
Muzîk ferdên civakê li dora hestên hevpar kom dike. Li
hemberî serketinê, tiştên baş meriv bi hev şa dibe, li hemberî têkçûn û
felaketan jî kollektîv xemgîn dibe.
Kilamên şeran, şiîrên millî, sirûda netewî di rojên taybet da, di şer û serketinan da bi însanan ra ruhê berxwedanê û yekîtiyê bilind dikin.
Muzîka netewî hestê "em" bûnê li dijî yên ne ji
me, li dijî dagirkeran xurt dike. Kilam û sitranên şeran, netewî dilê însên
radike pêdarê, însanan nêzî hev dike.
Sitranên xemgîniyê dermanên melankoliyê ne, emgîniyê derdên
hevpar ên dîrokî sivik dikin.
Muzîka rîtmîk, bi coş tirsê dişkîne, ruhê têkoşînê bi însanan ra geş dike.
Muzîk ji bo miletekî xizmeta herî baş, herî bi tesîr e. Ji
bo wê jî muzîka kurdî çiqasî bi pêş keve, çiqasî bibe navnetewî, sitranbêjên me
li dinyayê çiqasî werin naskirin ji bo me hewqasî baş e.
Muzîk ji bo miletekî bindest dîplomasiya kulturî ye. Miletê bindest bi dinyayê
dide naskirin, jê ra dostan, hezkirinê, piştgiryê çêdike.
Yanî muzîk nasnameya miletekî pêşkêşî cîhanê dike û hezkirin û rûmetê ji wê
kulturê ra, ji wî miletî ra dixuliqîne.
Li alî din, dema muzîka miletekî li dinyayê tê naskirin, tê
ecibandin, xwebawerî bi kesên wî miletî ra zêde dibe.
Muzîka me stûna sereke ya parastin û avakirina nasnameya
kurdî ye. Çimkî di van şert û mercên bêdewletbûnê da wekî arşîva tarîxî û
parêzvana zimanê me kar dike, li dijî asîmîlasyonê dibe bend.
Bandora muzîkê li ser nasnameya kurdî him pir e, him jî
gelkî bi bandor e.
Dengbêj bûne wek dîroknasên kurdan, tarîxa me, muzîka me bi
riya sitranên xwe him parastine, him jî dewrî nifşên nuh kirine.
Kurdan bi sedsalan nekanîbûne tarîxa xwe binivîsin,
dengbêjan şer û serîhildanên me, fermanên li me rabûne, evîn û koçberîya miletê
me bi stranên xwe arşîv û qeyd kirine, parastine.
Ji bo wê jî kilamên dengbêjan, folklora me xezîneyeke me ya netewî ya bêhempa
ye.
Kilamên dengbêjiyê hafiza dîrokî ya miletê me zindî hîştiye
û gihandiye sedsala 21ê.
Her wisa kurdî jî parastiye, bûye bendeke qewî ya li dijî asîmîlasyonê.
Muzîkê ji bo me rola dibistanê jî lîstiye, bi riya sitranan kurd fêrî zimanê
xwe bûne û nifşan ew ziman dewrî hev kirine.
Gava kurd asîmîle bibin ewê nikanibin tarîxa xwe, zimanê xwe bi riya muzîkê
dewrî nifşên li pey xwe bikin.
Tirk viya baş zanin, lema jî zorê didin riyên asîmîlasyonê, perwerdeya bi kurdî
qebûl nakin û dixwazin li Sûriyê jî nehêlin kurdî bibe zimanê fermî.
Qedir bidin muzîsyenên kurd, bira muzîka kurdî bi pêş keve, ev yek bi kurdan ra
ruhê netewî peyda dike, xurt dike.

.jpg)


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar