19 maj 2026

Erdogan û Bahçelî dixwazin navê Kurdistanê jî li kurdan qedexe bikin

Şêwirmendê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum, xwestiya navê Kurdistanê li kurdan qedexe bike, gotiye gerek kurd navê Kurdistanê negirin devê, çimkî bikaranîna navê Kurdistanê merheleya "xelaskirina Tirkiyê ji terorê" dixîne talûkê.
Gerek kurd li hemberî van gotinên Mehmet Uçum bêdeng nemînin, bersîveke Kurdistanê bidinê.
Gerek Partiya DEMê, partiyên kurdan ên din û parlamenterên kurd gişk bi hev ra bi dubarekirina, bi parastina navê Kurdistanê bersîvê bidin Mehmet Uçum, Erdogan û Bahçelî.
Bêdengî şaş e, ewê bêtir cesareta beyanên wiha bibînin.

Mehmet Uçum ji ajansa AA ra li ser têkliyên dewletê bi Evdila Ocalan ra û Tirkiya bêteror dîtina dewletê eşkere kiriye û bi van gotinan jî bala PKKê, partiya DEMê û hevalên wan kişandiye, gotiye:
 ”Dibê di vê merhela hesas da navê Kurdistanê neyê bikaranîn. Gotina Kurdistanê armanceke wê ya siyasî, etnîkî heye. Navê Kurdistanê ji bo yekpareyiya Tirkiyê problem e, lema dibê kes nebêje Kurdistan”.
Mehmet Uçum naveroka peymana dewletê bi Evdila Ocalan û PKKê ra çêkiriye careke din dubare kiriye, gotiye:

”Armanca pêvajoyê bi temamî tenê jiholêrakirina terorê ye, xelaskirina Tirkiyê ji terorê ye. Dibê kes maneyên cu da nedin vê pêvajoyê, dayîna maneyên cuda ya diyalogê ewê zerarê bide pêvajoyê .”
Devlet Bahçelî jî eynî tişt gotiye.

Mehmet Uçum gotiye:

”Banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025a li ser bingeha entegrasyona bi dewletê û bi civakê ra ye; li ser bingeha yek dewlet, yek netewe ye.
Li ser derxistina efûyek ji bo hevalên PKKê jî Uçum gotiye,"dibê kes ne li hêviya kesê ceza nebe, ya jî ewê efûyekê derkeve, dibê kes hêviyeke wiha nede civatê.
Wek xuya ye, bazara dewletê bi Evdila Ocalan ra têkliya wê ne ji dûr, ne ji nêzîk bi tu mafekî miletê kurd tune ye,mesele fesihkirina PKKê û ”xelaskirina Tirkiyê ji terorê ye.”
Carê ev nav heqareteke mezin e. Lê PKKê bi destê Evdila her tişt qebûl kir.
Bi kurtî Mehmet Uçum gotiye, navê Kurdistanê negrin devê xwe, mefekî, statueyeke netewî, perwerdeya bi kurdî nexwazin, asîmîlasyonê, entegrasyonê qebûl bikin, hêdî hêdî bibin tirk û rehet bikin.

XXX

Meriv zû diçe, dibêjin, law yekî dinya xwe qedandiye, mêrik difire. Tu hêdî diçe, dibêjin, yekî gêj e, nizane bimeşe.
Tu dengê xwe nakî, dibêjin ma kulîyan zimanê te xwariye lo ?
Tu tengê xwe dikî, dibêjin, yekî çelziman e bavo.
Yanî tu çi dikî miheqeq hinek qusûrekê tê da dibînin.
Derdê milet nayê kişandin, lê di siyasetê da gerek tu bikşînî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar