Ji do bi şev da ye li taxa me baran e. Min bala xwe dayê baran venake, seet di 12.00a da min xwe jidand, şemedanê xwe yê baranê berra ser bejna xwe da û derketim.
Çendakî berê min şemedanê baranê kirîbû, min hîn li xwe nekiribû. Ez bi çar çavan li bende baranê bûm, ji bo ku şemedanê xwe yê baranê li xwe kim, têr pê bigerim. Kêfa min pir jê ra hat, dirêj e, qet şil nebûm. Êdî baran maran ne xema bin e. Hema heta jê tê bira bibare.
Swêdî ji vî şemedanî ra dibêjin "regnjacka", yanî qapûtê/çakêtê baranê; ez dibêjim şemedanê baranê. Gava bû baran ezê li xwe kim û herim meşa xwe bikim.
Di baranê da seetekê meşiyam. Min xwîdan da bû.
Çer gihîştim malê, ketim himamê, min hinek av li xwe kir, canê min sivik bû.
Derketim balkonê, min bala
xwe dayê baranê vekiriye û roj derketiye.
Hewa Swêd wiha ye, geh ewr e, geh sayî ye, geh baran e, geh roj xweş e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar