Gelşa(problema) nabêna Mem Ararat û Kom Muzîkê pir mezin bû, pir fireh gerîya; hema hema her kesê xwendin û nivîsandina wî/wê heye, bikanibe bi tirkî ya jî bi kurmancî çend gotinan binivîsîne xwe tevî nîqaşê kir, fikrên xwe got, kevirên dawa xwe gişk dawşand.
Hin sitranbêj û hin kesan jî wek her tim dikin, dîsa xwe hetikandin, xwe fahş kirin. Mesle bûye porê dînan û gêrmiya gavanan...
Heyran, ne hewceye hûn meselê hewqasî dirêj bikin.
Bi baweriya min dibê Kom Muzîk ban Mem Ararat bike, ya jî ban abûqatê wî bike,
peymana wî, belgeya wî bidê û ji hev pak bibin.
Min beyana Kom Muzîkê xwend, nabêje heqê Mem Ararat li me tune ye, nabêje deynê me lê ye.
Madem deynê we li Mem Ararat tune ye, heqekê we nexwariye, wê demê peymana nabêna xwe biçirînin, têkiliya xwe ji hev qut bikin û ji hev safî bibin.
Birayên ezîz, ne hewce ye hûn hewqasî serê hev biêşînin, bibin sebebê însan bi hev kevin,
gotinên ne xweş ji hev ra bibêjin, dilê hev bihêlin. Peymana nabêna xwe fesh
bikin û ji Mem Ararat ra bibêjin, bira, here oxira te a xêrê be.
Kesên li pelên nexwendî digerin pir in, hûn her ku dirêj bikin ewê xerabtir
bibe, însanê bêtir êrîşî hev bikin, nexweşiyên ne Mem Ararat li bernde bû, ne
jî Kom Muzîk ewê peyda bibin.
Xêrnexwaz û dilnexwazên herdu aliyan jî hene, ewê
vê gelşê îstîsmar bikin. Ji ber wê kilîta çareseriyê di destê Kom Muzîkê da ye,
dibê peymana Mem Ararat fesh bike û meselê qapat bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar