18 maj 2026

Bêdewletiyê di ruhê me kurdan da birînên kûr vekirine

Merivê bêdewlet wek teyrê bê per û bê bask e. Teyrê bê per û bê bask nikane bifire, nikane kêf û lezeta firênê bijî, tahm bike.

Ji bo teyrekî bêper û bê bask, temaşekirina teyrên li hewa êşeke mezin e, jiyan zindan e.
Merivê bêdewlet jî gava dixwaze vegere warê xwe, here hêlîn û mala xwe nikane here, çimkî bindest e, bêdewlet e, welatê wî/wê dagirkirî ye.
Bindestiyê, bêdewletbûnê di dil û ruhê me kurdan da, di şexsîyeta me da birînên kûr, birînên bêderman vekirine.
Ez êşa van birînên kûr gav û seet his dikim.

Jiyana mahciriyê, rehetiya li welatê xelkê van birînên min nakewîne, bêtir diazirîne.

XXX

Pesnê mêrga xwe nede, pesnê gîha xwe ya lodkirî bide.
Pesnê xwe, pesnê serokê xwe û partiya xwe nede, pesnê xebata xwe, pesnê berhemên xwe û partiya xwe bide.
Tiştê hêjayî pesn û teqdîrê ye xebet e, berhem e, tiştê li fêza meriv e, tiştê meriv xuliqandiye.

 XXX

Marîfeta kerê zirîna wê ye. Marîfeta şelafan jî xwe bi xwediyên xwe şîrîn bikin, pesnê wan bidin.

XXX

Mihî di nav keriyek berx da digere berxa xwe dibîne. Merivên pîs, merivên xerab li ku bin tim hevdu dibînin, dibin hevalên hev.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar