18 maj 2026

Xwezî min kanîba bi xwe û xwe di siyasetê negeranda

Siyaset li her dera dinyayê karekî, sinetekî zor e, bi problem e, meriv pir diwestîne, serê meriv tim di teşxelê da ye.

Lê siyaseta kurdî, siyaseta bi kurdan ra sed qatî ji ya miletên din zortir e, mişt problem e, fena erdekî mayinkirî ye; di her gavê da meriv kane pê li mayinekê bike.
Siyaseta kurdî bûye wek şerê eşîran. Partî bûne eşîr, serokên wan jî bûne wek serokeşîr. Hevalên wan jî mecbûr in eşîra xwe û serokê xwe biparêzin. Û gava te li dijî serokê wan, eşîra wan tiştekî ne li gorî dilê wan got êrîşe te dikin. Nîşanî hevalên xwe didin ew bi serok û eşîra xwe ra sadiq in.

Helbet partî giş ne wiha ne, ez vê teşbîhê bêtir ji bo partiyên mezin dikim.
Di nîqaşan da însan bêtehamul in, zû êrîşê hev dikin, zû gotina dawî ji hev ra dibêjin.
Gelek sebebên vê yên kulturî, îdeolojîk, sosyolojîk hene. Sebebê herî sereke bindestiya me ye. Siyaseta bi miletê bindest ra ji ya bi miletê xwedî dewlet gelkî zortir e.
Carnan ez dibêjim ezê hew xwe di siyasetê bigerînim, li ser siysetê tiştekî nenivîsînim, lê bi xwe nikanim, piştî demekê dîsa xwe tevê dikim û serêşiyê ji xwe ra çêdikim.
Xwezîya min bi dilê wan kesan xwe di siyaseta kurdan nagerînin, serê wan vehesiyayî ye. Dûro bi nûro…

 XXX

Dibêjin kîjan civat layiqî îdareyeke çawa be ji alî wê va tê îdarekirin. Yanî kî layiqî çi be ew dibe qismet û nesîbê wî.
Meriv kane bibêje tirk layiqî yekî wek Erdogan in, lema mêrik bi dîplomeya sexte, bi zor bû serokê wan, wan jî qebûl kir. Ji bo wê jî dibê nuha gazinan nekin.
Me şûjin di tirkan ra kir, dibê em derziyê jî di xwe ra kin.
Em kurd jî layiqî kîjan serokan in ew bûne serokên me. Dibê em viya qebûl bikin. Çimkî me ji wan ra lîrandiye. Poşmanîya nuha hinekî dereng e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar