17 maj 2026

Bersîva xwendevan û dilxwazekî bloga min

Şopînerekî bloga min bi mexlasa (M.R)gotiye min tu nivîseke te li ser futbolê, arkolojiyê û tarîxê nedîtiye, xwestiye ez carnan jî li ser futbolê, tarîxê û arkolojiyê binivîsînim.

Camêr wiha gotiye:

”Silav û rêz mamoste.
Heta niha di vî blogê da herî hindik min 300 nivîs xwendîne. Li gor dîtina min piranîya wan mijarên sîyasî û wêje ne. Çend sal in ez bi kêfxweşî dixwûnim.

Lê ez hê jî nivîseke li ser arkeolojî û dîroka me ya winda nedîtîye. Û nivîsek jî li ser futbola Kurdî jî nedîtîye. 

Gelo fikir û ramanên te li ser van mijaran çi ye? Xwezî carnan jî li ser van mijaran jî te binîvîsa. Silav û rêz. Hezkirîyekî yê te. Ji bajarê sar silav. M. R.”


Min jî ev bersîv dayê:
”Kêfxweş bûm ji bo ku tu xwendevanekî min î, kêfa te ji nivîsên min rat ê.

Ez ji arkolojiyê tiştekî fêm nakim. Meseleyên jê fêm nakim xwe tevê nakim.
Ez ji futbolê hez dikim, temaşe dikim û min hin caran jî li ser nivîsîye.
Gava taximên me bi ser dikevin kêfxweşiya xwe tînim zimên û fikrê xwe li ser dibêjim. Qey bala te nekişandiye.
Futbola kurdan bi pêş keve me û tirkan ji hev digerîne. Wê demê ji dêlî kurd bibin piştgirên taximên tirkan ewê taximên xwe biparêzin.
Heger îdara taximan nekeve destên merivên xerab, di destên kesên kurdperwer de bin, futbol kane ji nasnameya kurdî ra xizmetê bike. Wek Barselonayê.”
Rast e, di bloga min da nivîsên li ser siyasetê di piraniyê da ne. Ev ji rewşa me, ji bindestiya me tê. Gava dibînim hêzên dagirker çi zulmê, neheqê li miletê min dike nikanim lê temaşe bikim, bêdeng bimînim. Yanî ez bi xwe nikanim.
Lê li ser edebiyatê, girîngiya zimên, li dijî asîmîlasyonê, li ser bûyerên rojane jî nivîsên min ne hindik in. Mîzahê, çîrokên zarokan jî îhmal nakim.
Di nabênê ra li ser sporê jî dinivîsînim. Lê ji ber ku ez ne tarîxzan û arkeplog im, xwe tevî van mijaran nakim. Tenê carnan, gava wezna wê tê ji tarîxê numûneyan didim, qala hin serpêhatiyên pêşiyên me dikim.
Heger min bikanîbûye qada xwe hinekî teng bikira, xwe konsantreyî mijarekê, du mijaran bikira baştir dibû. Lê heta nuha min ew nekir. Salê tê 20 saliya blogamin e, belkî wê çaxê menuya xwe hinekî biguherînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar