17 maj 2026

Tirk çi fêlbaziyê bikin jî nikanin rê li ber azadiya me bigrin

Dewleta tirkan sed sal e kurd êsîr girtine, ji navê welatê me bigire, heta bi zimanê me, her tiştê me qedexe kirine. Lê kurd vê bindestiyê êdî qebûl nakin.
Kesên heta nuha bêdeng bûn, êdî dengê xwe bilind dikin, doza azadîya xwe, doza serbestbûna zimanê xwe dikin. Ji bo vê yekê bi sedan alim û profesorên me civînan, panelan çêdikin, semîneran didin.
Kurd êdî ne kurdên 50-60 sal berê ne. Gundî, jin şiyar bûne, di siyasetê da êdî aktîv in. Yanî kurd êdî zane ne, şiyar bûne, bi sedhezaran zane, alimên kurd hene.

Bi hezaran kurdên bi 5-6 ziman zanin hene. Li dîasporayê herî kêm 3-4 milyon kurd hene, piraniya wan welatparêz in, xweda û întellektul in, doza azadiya miletê xwe dikin. 
Qebûlkirina bindestiya tirkan, berdewamiya jiyaneke bi vî rengî êdî ne mimkûn e. Dibê tirk viya bibînin. Êdî em hatine dawiya rê.
Tirk çi bikin, çi taktîkê, çi fêlbaziyê biceribînin jî êdî nikanin rê li ber azadiya miletê kurd bigrin.
Keftelefta wan beyhûde ye, serî li xwe û li me negerînin, mafên me rojekê zûtir bidin li kara wan e. Zarok hatiye ber jidayikbûnê, kes nikane biwelide. Kurdistanê çêbe, îro be ya sibe be..

XXX

Pîrê bi keser digot û dilûband, digot: -Min lawikê xwe şand seferê, min got belkî mêrekî çê jê derê, çû û hat dîsa kerê berê. Ev teşbîha li ser kesên totikvala, ji serpêhatiyên xwe tu carî dersê û ibretê nagirin hatiye kirin.
Di sed salê dawî yê tarîxa me da gelek felaketên mezin hatine serê me, tirkan em ji hev da xistine, em kirine wek soleke deformbûyî, wek qerpalekî jihevdaketî. Li gel vê jî hin serok û siyasetmedarên me ji vê tarîxa me ya mişt êş û perîşanî ders negirtine, baqil nebûne hene.

XXX

Di kultura me da xatir pir muhîm e, ji bo xatirê hinekan meriv gelek tiştî berra hundurê xwe dide, dadiqultîne.
Lê gerek ji bo xatiran meriv nekşîne barê qantiran.
Meriv her tiştî bide xatirê xatiran, merivê bikeve mala bêçira. Mala bêçira tarî ye, meriv ber xwe nabîne.

XXX

Miriyê gorran ranabin, merivê xerab çênabin.
Hin însan hene xerab in, tu çi bikî jî dev ji xerabîyê, ji xulamtiya dijmin bernadin.
Gotin, şîret, rexne tu tesîrê li wan nake. Pîs in, xerab in, ewê pîs, xerab bimînin.
Bi gotegotê merivê pîs baş nabe.

XXX

Hezar salî hingiv dane mahr, mahr dîsa jî jahrî verşiya ye.
Merivê xayin xayin e, nankor nankor e, bi tiştên tu didê, bi tiştên tu dibêjî tu nikanî wî biguherînî.
Dijminê bav û kalan nabin dost û yarê lawan.
Dijminê baş û xerab tune, dijmin dijmin e. Viya ji bîr mekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar