17 maj 2026

Meclîsa Tirkiyê pêşniyara partiya DEMê ya li ser kurdî red kir

Parlamenterên partiya DEMê ji bo astengiyên li hemberî kurdî çine diyar bibin pêşniyarek pêşkêşî meclîsê kirine.

Di pêşniyara xwe da xwestine di meclîsê da ji bo zimanê kurdî komîsyonek were avakirin û komîsyon li ser astengiyên li hemberî kurdî lêkolînê bike.

Meclîsê pêşniyara partiya DEM bi rayên parlamenterên AKPê, MHPê û partiya BAŞê red kiriye.

Hukûmeta nexwaze li ser qedexeyên li hemberî kurdî lêkolîn were kirin, nexwze kurdî bibe zimanê perwerdeyê tu mafî nade kurdan.

Wê demê hevdîtinên bi PKKê ra, DEMê ra giş vala û xapandin e. Jixwe berdevkên hukûmetê tim dibêjin, bazaran wa a bi Evdila Ocalan û PKKê ra ji bo Tirkiyê ji terorê xelas bikin, ne ku dikin mafekî netewî bidin kurdan. 

PKK terorîst e, dixwazin vê hereketa terorîst ji ortê rakin, Hevdîtin, bazar ji bo wê ye, ne li ser mafên kurda ye. Ji bo wê jî rakirina qedexeya li ser kurdî ne di rojeva tirkan da ye.

XXX

AMEDSPORê do(16/5-26) li Almanya, li Bajarê Hannoverê dikanek, firoşxaneyek vekir. Qelebalixeke pir mezin hebû.
Baş e, kurd li dora taximekî Kurdistanê tên ba hev. Ev yek ewê kurdan ji alîgiriya taximên tirkan dûr xîne.
Di dikanê da ewê formayên Amedsporê û her celeb aksesûarên klûbê werin firotin. Fikreke baş e. Di warê aborî da jî ewê bibe feydeya wê bigihîje kulûbê.

Ez ji AMEDSPORê ra serkeftinê dixwazim.

XXX


Berhema nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû kitêba salê, ya sala 2026a. Kitêba wî xelata kitêba salê ya herî baş girt.

Nivîskar Zagros Menûçer di kitêba xwe da bi rêya wêneyan ji zarokan ra çîrokan dibêje.

Zagros Menûçer fîlmçêker û hunermendekî kurd e û li Fînlandê dijî.

Wî mastera xwe li Akademiya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Hunerî ya Helsînkiyê kiriye.

Kitêba wî ya bi navê "Xelkê Kapykoloyê" (Käpykolon väkeä) litêba wî ya ewil e ji bo zarokan nivîsîye.

Kotêb qala jiyana malbateke sihorîkan dike.

XXX

Rêvebiriya Balafirxaneya Navnetewî ya Celal Talebanî ya Silêmaniyê ragihand seferên navbera Silêmanîyê û Stenbolê ji nû va hatiye destpêkirin.

Li gorî agahiya malpera Balafirxaney Navneteweyî ya Celal Talebanî do seet di 08:17a balafirek ji Silêmaniyê çûye Stenbolê.

Tirkiyê di 3ê nîsana 2023a da qada xwe ya asmanî ji Balafirgeha Silêmaniyê ra girtibû.

Diyar e nabên YNKê û Tirkiyê jî baş dibe. Tirk dixwazin YNKê jî wek PDKê bi xwe va girê bide.
YNK jixwe ji zûda ye dixwaze nabêna xwe û Tirkiyê baş bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar