Îro roja jidayikbûna Mîr Celadet Alî Bedirxanê hêja, qedirlbilind e.
Mîr Celadet Bedirxan di 26ê nîsana 1893a da li Stenbolê hatiye dinê.
Xwedê kir tu ji diya xwe bû.
Te ji miletê xwe ra gelek karên ebedî, tarîxî,
bêhempa kirin. Te miletê xwe kir xwedî elîfba latînî. Tu bû pêşengê gelek eserên nemir.
Roja jidayikbûna te pîroz be, pêşengê elîfbeya kurmancî û gelek
berhemên nemir.
Te bi hezkirineke kûr, bi hurmeteke mezin yad dikim. Gorra te bihuşt be. emê tu carî te û karên te ji miletê xwe ra kiriye ji bîr nekin. Tu yê tim di dilê miletê xwe da bijî.
XXX
Yekta Uzunoglu 47 sal berê bi folklorîstên qedirbilind,
miletperwerê hêja Heciyê Cindî ra hevpeyvîneke xweş û tarîxî kiriye. Mala wî
ava be, bi vê hevpeyvîna xwe ji tarîxa me ra belgeyeke giranbiha hîştiye.
Min bi kêfxweşî lê guhdarî kir. Guh bidinê, li ser Heciyê
Cindî hûnê hin tiştên nuh fêr bibin.
XXX
Yekî dîsa xwestiye serokê Amerîkayê Donald Trump bikuje, lê
bi negihîştiye armanca xwe, hatiye girtin. Dibêjin birîndar hene.
Ecêb e, li Amerîkayê dawî li kultura kuştina serokên
Amerîkayê nayê.
Donal Trump jî bûye piska heftruh, tiştek pê nayê, tim xelas
dibe.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar