Saziya
Lêkolînên Zanistî û Teknolojîk a Tirkiyeyê(TUBİTAK)ê bi 5 akademîsyenan
projeyeke lêkolîna li ser têkiliya di nabêna duabaranê û baranê da daye
destpêkirin.
5 akademîsyen
ewê di tarîxa îslamê da li ser duabaranê ya Eko-Teolojîk lêkolînê û analîzekê
bikin.
Ev heyeta alimên tirk ewê bi lêkolîna xwe ya ilmî(!) çareyekê ji hişkayiyê ra,
ji kêmbûna baranê ra bibîne.
Piştî netîceya lêkolînê ewê biryarekê li ser duabaranê bidin.
Ez nizanim çima serokê Dîyanetê û çend mele û şêx jî negirtine vê heyetê?
Îsal berf û baran zêde barî, milet ji zêdebaranî berfê û baranê gazinan dike. Çimkî zeveyên wan di bin avê da maye. Dibê dua sekinandina baranê jî çêkin. Gerek heyeta aliman ji berf û barana zêde ra jî çareyeke dînî bibîne.
Di nava dînên mezin da dînê herî paşdamayî îslam e, hewceyî reformeke radîkal
e. Xiristîyan, cihû, hindî, bûdîst bi pêş ketine, firiyana asîmanan.
Misilmanên
me hîn ji duabaranê bawer dikin, hêviyekê jê dikin, akademîsyenên tirk lêkolînê
li ser tesîra duabaranê dikin.
Heger dewlet, akademîsyenên miletekî hêviyê ji duabaranê bikin, miletê feqîr tu carî
ji xurafeyan, ji çîrok mîrokên berradayî xelas nabe.
Heyete projeyê:
Dr. Halîl Îbrahîm Yilmaz
Dr. Mahmût Cîhat Îzgî
Dr. Enes Ensar Erbay
Dr. Samet Şenel
Berpirsiyara projeyê:
Doç. Dr. Oznûr Ozdemîr
Not:
Tirkiya vê xeberê di malpera sosyolog Dogu Ergîl a Xê da heye. Min xeber di malpera wî
da xwend.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar