Abûqateka tirk, bi navê Îdîl Tetîk li ser dijminatiya tirkan ya bi kurdan ra di Facebookê da qala serpêhatiyeke xwe ya pir balkêş kiriye. Bûyer li Îzmîrê hatiye serê wê.
Serpêhatiyeke pir balkêş e, min wergerand kurmancî. Bixwînin û tirkan hinekî
din nas bikin.
Îdîl Tetîk xanimê di Facebookê da wiha qala serpêhatiya xwe kiriye:
”Li çarşiya Kemeraltî ya Îzmêrê, li derdora Mizgefta Hîsarê,
li wan deran. Ji bona wek diyarî bidim hevalê xwe, li meala Qurana Kerîm
digerîyam. Gelek dikanan gotin tune ye. Yekî got, tune ye, li ber dikanê
nesekine, biteqize here. Min şer nekir, min bersîv nedayê. Tenê giriyê min hat.
Ez ne kurd im.”
25/4-26.
Tirkiya vê parvekirinê di malpera Harûn U Hasan Canpolat da
heye. Min ji wir girt, kir kurmancî.
Çend kesan ev xeber şirove kirine, fikrên xwe li ser neyartiya tirkan a bi
kurdan ra gotine.
Yekî bi navê Abdulkerîm Kara jî numûneyeke hîn ecêbtir daye. Qala îmhakirina
Qurana kurmancî û muftiyê ew wergerandiye kiriye. Min ew şirova wî jî kir
kurmancî. Ji bona wek kurd bixwînin û wek belge bimîne.
Abdulkerim Kara:
”Dema Suleyman Demîrel serokcumhûr bû muftiyekî kurdê semsûrî(adiyamanî)Quran
tercumeyî kurmancî kiribû.
Quran çer ji çapxanê derketibû nusxeyek wek diyarî
şandibû ji Suleyman Demîrel ra.
Quran çer gihîştibû edresa Suleyman Demîrel, dewlet tavilê ketibû hereketê, muftiyê
kurd hatibû girtin, li çapxaneyê dest danîbûn ser hemû nusxeyên Quranê û hemû
îmha kiribûn.
Min ev xeber di rojnameyên tirkî yên wê demê da xwendibû.”
XXX
Berî seet 12.00 ez û xanim ji mal derketin hewa pir xweş bû,
ba hebû, lê ewr tunebû, roj xweş bû.
Em bîstekê meşiyan, ji malê gelkî dûr ketin.
Di vegerê da, li dora 2-3 km mabû em bigihîjin malê, ji nişka
ve bû ewr û baranê got, xuşşş.
Me kincê baranê jî li xwe nekiribû. Heta em gihîştin mal, em baş şil bûn. Barana biharê xweş e, me îro ew tahm kir.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar