25 april 2026

Law ehmeq ew ez im !

Satilmişê tirk cixareyek ji qutya xwe ya bi neynik derxist, di neynikê da sûretê xwe dît. Hevalê wî Dûrsûn li kêleka wî bû, neynik dirêjî wî kir û got:
-Law Dûrsûn, ev merivê di neynikê da bi min xerîb nayê.Hela bala xwe bidê.
Dûrsûn neynik ji destê Satilmiş girt, bi dîqeteke mezin bala xwe dayê, dû ra ji Satilmiş ra got:
-Law ehmeq, helbet ewê bi te xerîb neyê, çimkî ew ez im.

Ne xwezî û ne jî perê te qîm dike

Wextekê li Anqerê cezayê tûkirina erdê pêncsed lîrayê Tirkiyê bûye. Yekî kurd rastî zabîteyekî belediyê tê, jê ra dibêje:
-Bibore, ezê tiştekî ji te bipirsim. Li gor min bihîstiye cezayê tûkirina erdê pêncset lîra ye, gelo cezayê tûkirina ruyê “însanan” ,cuqas e?
Zabita keniyaye, gotiye:
Li vî bajarî merivên tu tû yî ruyê wan kî hewqas pirr in, hewqas pir in, ji bo karekî wiha ne xwezîya te, ne jî perê te qîmê dike.

Îro nabe êvar

Sofî ji xwe ra jinbiyek dîtibû û dikira pê ra bizewiciya. Nas û dost li dorê kom bûbûn û pê ra ketibûn laqirdiyan.
Sofî gelkî bê sebir bû, bawer nedikir bi bibe êvar be, here xwe bigihîne bûkê. Gav û seetê tim ji der û dora xwa dipirsî:
-Ma hîn ji êvara ra pir maye lo?
Yên li dorê jî ji heramî tim digotin:
-Erê hîn pir maye. Hîn tu li ku êvar li ku !
Carek, du car, sê car sofî êdî hew xwe ragirt, bi bêsebriyek mezin got:
-Lawo heger îro bû êvar ezê van simêlên xwe ji kok da kur bikim! Îro ji şansê min ra roj naçe ava...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar