Tirk berê têra xwe tirkçî û antî kurd bûn. Kemalîstan tirk baş kiribûn miletekî her kesî neyarê xwe dibîne û ji kurdan heta hûn bibêjin nefret dikin.
Îslamîstan ew pir xerabtir kirin. Tirk bûne miletekî li dijî demokrasiyê, li dijî azadiyê, antî merîkan, antî ewrûpî û neyarên kurdan. Rez berê ne tu rez bû, zîpikê lê kir xerabtir bû. Îslamîstan nifşên nuh kirin tirkçiyên har.
Li Tirkiyê nifşên nuh radibin ji bav û kalên xwe xerabtir û hartir in, nifşrekî irqçî, antî kurd û paranoyak e.Gava navê Kurdistanê dibihîzin, gava ala kurdî
dibînin har dibin, xurrî dikeve canê wan.
Di medyaya sosyal da wek gurên har in, kî qala kurd û Kurdistanê, mafên kurdan
dike, bi sedan xar dikinê, dibêjin Kurdistan tune ye, tinzazê xwe pê dikin,
heqaretên giran lê dikin.
Di medyaya sosyal da bûne wek kûçikên narkotîkayê, wer li pey kurdan in.
Navê kemalîstan û faşîstan bi irqçîtiyê, bi neyartiya kurdan derketiye, lê
îslamîstên tirk ji kemalîst û faşîstên xerabtir in. Îslamîstan di 24 salên
desthilata xwe da nifşekî ji medenîyetê bêpar, irqçî, dinyayê dijminê xwe xwe
dibîne gîhandin.
Nuha ji bo tirkan ya herî muhîm kurd li tu beşekî Kurdistanê azad nebin, tim
bindest bin û heger mikûn be dibê tirk qira wan bîne, li tu derê kurd nemîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar