Meleyên celad yên Îranê dev ji celadiya xwe bernadin. Roj tune çend kesan bi dizî û eşkere îdam nekin.
Çar roj berê du kesên din îdam kirine û gotine kurdan ew bi Îsraîl ra li Hewlêrê perwerde kirine.
Derew, bêbextî bûye dînê wan, baweriya wan, felsefe û îdeolojiya wan.
Kî rexneyeke herî biçûk li rejîmê digire, rismekî parve dike, bi kesên li dervayî welêt ra dipeyive, dibêjin ew ajanê Îsraîl e, digrin û îdam dikin.
Desthilata Edaletê(!) ya Îranê gotiye di 20ê nîsanê da wan cezayê îdamê yê Mihemed Mehsûm Şahî û Hamîd Welîdî bi cih aniye.
Îranê gotiye, ev herdu 2 kes li Herêma Kurdistanê ji aliyê
efserên Mossada Îsraîlê ve hatine perwerdekirin.
Îran Cumhûrîyeteke Îdaman e, di serdema navî da jî tu dewletekê hewqas însan
îdam nekirine.
Li dinyayê dîktor, rejîmên xerab, zalim pir in. Lê tu dewlet, tu hukûmet bi
qasî van meleyên Îranên yên xedar, xwînmij ne sadîst in.
Ev zalimên zaliman ji kuştina însanan sewqê digrin.
Rejîmeke wiha gerek li dinyayê tunebe. Lê bêyî Îsraîl û Amerîkayê, Netewetên Yekbûyî jî di nav da, dewletên dinyayê giş hevalên van meleyên celad in.
Heger ne hevalên wan bûna, ewê piştgirî bidana Îsraîl
û Amerîkayê, ev Cumhûrîyetan Celadan bixistana.
XXX
Di teşbîhê da xeta tune ye. Ev teşbîh ne li ser kûçik û
berêz,li ser însên e.
Gotin kîjan çêtir e, kûçik yan beraz?
Got: Nehlet li herduyan be.
Ji dagirkerên welatê me yê baş tune ye, yek ji yê din
xerabtir e,nehlet li gişan be.
Dagerkerê baş tune ye, yê eksê vê bibêje xayin e, hevalê dagirker e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar