Şopînerekî bloga min Hindik-Rindik gotiye ew ji Tirkiyê nikane têkeve bloga min, bloga min li Tirkiyê xuya nake.
Wiha gotiye:
"Slav mamoste, ez gelek caran nivîsên te li ser medyaya
civakî dixwînim û bi rastî ji wan hez dikim.
Lê li ser blogê ez nikarim bigihîjim nivîsên te (dibe ku ji ber qedexeyên dewletê be).
Îro min hewl da ku bigihîjim blogê, lê min nikanîbû. Ez bi
VPN li ser Elmanya'ye kêt blogê..
Gelo bloga te li Tirkiyeyê hatîye qedexekirin, an jî ev pirsgirêk
ji hêla interneta min ve ye?"
Min mesele ji AI pirsî, got rast e, bloga te li Tirkiyê
hatiye astengkirin, nayê dîtin. Xwendevan ancax "kanin bi riya VPN (wek
Opera Browser an ProtonVPN) xwe bigihînin blogê."
Rica min ji hevalên li Tirkiyê û li Kurdistanê ev e: Hûn
kanin têkevin bloga min ya na?
Ez lînka wê parve dikim. Xêra xwe min agahdar bikin. Hûn li
Tirkiyê û Kurdistanê kanin têkevin bloga min ya na?
Abdulselam Akincî karekî pir baş kiriye, camêrekî hêja,
xebateke bêemsal bi me daye naskirin.
Gerek ev arîşa pir muhîm wenda nebe, dibê li derekê, li kitêbxaneyekê
were parastin. Ji bo muzîka kurdî, zimanê kurdî Xezîneye mezin e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar