Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê(YNKS) kongreya xwe ya 29a di 26ê vê mehê da li Stockholmê, li Kitêbxana Kurdî çêkir.
Min xebera çêbûna kongreyê bi fotografekî di bloga xwe Hindik-Rindik da û di Facebookê û di paltforma Xê da parve kir.
Seyda Page, di binê risimê kongreyê da gotiye, ”Wêneyek balkêş!” û tunebûna jinan rexne kiriye, gotiye:"Yekîtiya nivîskarên kurd li Swêdê (YNKS) kongreya xwe ya 29a li Kitêbxaneya Kurdî, li Stockholmê lidarxist. Ev wêne jî di dawîya karûbarên xwe de girtin û belav kirin.
Lê gelo, çima hûn tenê mêr in!?
Jinên kurd yên nivîslar tune ne, yan ev tenê yekîtîya nivîskarên “mêr” in!?
Ez bixwe 13e nivîskarên JIN li Swêdê nas dikim, lê gelo çima tev ji we dûr in?”
Şeyhmus Dîken jî di platforma Xê da tunebûna jinan rexne kiriye, gotiye:
”Bîst û sê kes in, di nav we da yek jin tûne ye! Heyf…”
Rexneyên bi vî rengî ne cara pêşî ye li YNKSê tê kirin, berê jî gelek caran
tunebûna jinan hatiye rexnekirin. Însan dibêjin çima di nav we da jin tune ne,
çima jinên nivîskar nabin endamên YNKSê?
Dixwazim di vê nivîsa xwe da çend gotinan li ser vê meselê bibêjim û bersîva
van pirs û rexneyan bidim.
YNKSê kongreya bi dizî çênekir. 23 roj berî kongrê, di 3ê nîsanê da di medyaya sosyal da
tarîxa kongreyê bi vê îlana jêr belav kir:
”Endamên hêja û qedirberz, Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya
29an di dem û cihê li jêr hatîye diyarkirin de dicivîne. Em hêvîdarin hemû
endam bi awayekî çalak beşdarî kongreyê bibin; bi taybetî bi pêşniyar, fikir û
ramanên xwe xebatên YNKSê berfirehtir û pêşve bibin. Cih: Kitêbxaneya Kurdî
Gustavlundsvägen 170,
Alvik / Stockholm
Dem: 26-04-2026, saet 16:00
Heqê endamtîyê 300 kronên Swêdî ye û divê berî kongreyê were dayîn.
Hûn dikarin endametîya xwe bi rêya yek ji van hesaban bişînin:
Kurdiska författarföreningen i Sverige Swish:
123 342 10 39
Plusgiro: 46 32 31-1”
Wek tê dîtin YNKSê kongre bi dizî çênekiriye, 23 roj berî kongreyê îlana wê daye. Her
sal 2-3 hefte berî kongreyê eynî îlan di medyaya sosyal da tê parvekirin.
Jinên nivîskar zanin li Swêd YNKS heye, zanin kongreya salana kînga û li ku
çêdibe.
Lê ne dibin endam, ne jî tên kongreyê.
Ev ne sûcê mêran e, sûcê wan e, ew nabin endam, ew nayên kongreyê.
Kesî rê li ber endametiya jinan negirtiye.YNKSê negotiye em
endametiya jinan qebûl nakin.
Em di her kongreyê da li ser vê meselê peyivîne, me xwestiye komîteya nuh têkiliyê bi jinên nivîskar ra deyne, wan dawetî endambûnê bike.
Û ev xebat
hatiye kirin jî. Lê jin nayên, nabin endam. Ji bo çi nayên, sebeb çi ye em
nizanin. Dibê ji wan were pirsîn.
Seyda Page, kesên rexnegir, dibê ji jinên nivîskar ra bibêjin, çima hûn nabin endamên
YNKSê?
Ne jin tenê, gelek nivîskarên mêr jî nabin endam, nayên kongereyê. Nivîskarên ne endam ji yên endam pirtir in. Dibin endamê komela nivîskarên Swêd, çimkî bi nasnameya wê ya di bêrîka xwe da quretiyê dikin, lê tenezul nakin bibin endamê YNKSê.
Em nikanin kesî bi zor bikin endam. Em nikanin jinan bi darê zorê bînin
kongreyê. Dibê ew bi îradeyên xwe yên azad bibin endam û werin kongreyê.
Tu kes bi zor nabe endamê rêxistinekê. Em her sal ban jinan dikin, lê nabin
endam. Me du salan jinek(Nesrîn Rojkan) kir serok, xanim îsal nehat kongrê. Ew
jin bû, wê jî nikanîbû yek jinê jî bike endam.
Lema rexne gerek ne li mêran, li jinên nivîskar be, ji wan ra
bibêjin, çima hûn nabin endamên YNKSê, sebeb çi ye?
Ez jî vê pirsê ji wan dikim, çima hûn nabin endamê YNKSê?

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar