Serokê MHPê Devlet Bahçeliyê zirzop, demagog dîsa xwe bayek
ji ber serê xwe berdaye, dîsa fortek daye xwe, gotiye, ”me Kerkûk û Mûsil ji bîr
nekiriye...”
Û gelek gotinên hamasî yên din li dû hev rêz kirine.
Bi kurtî keftarê pîr gotiye, Kerkûk û Mûsil ya me ye, nuha dem hatiye, emê rojekê van bajaran bigrin.
Lê ev dîtin, ev daxwaz ne ya Devlet Bahçelî tenê ye, ya Erdogan e, ya serok û partiyên din e jî. Serokên din viya eşkere nebêjin jî, fikrê wan, hedefa wan ev e, wek nêçîrvanên li bende nîçîra xwe bin, giş li bende nêçîra xwe ne.Jixwe qismekî Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava dagir kirine. Yanî gav bi gav nêzî Kerkûk û Mûsilê dibin.
Serokên tirkan, siyasetmedarên wan yê herî pîs, yê herî xerab jî pantirkîst e,
sed qatî ji serok û siyasetmedarên me yên partiyên mezin nasyonalîsttir in, sed
qatî ji serok û siyasetmedarên me bêtir ji miletê xwe û ji welatê xwe hez
dikin. Û ji wê jî her fedekariyê dikin.
Li hemberî kurdan mêrikan her tim yekdeng û yekdil in.
Di her şerê li hemberî kurdan da hemû partiyên wan tim desteg dane hukûmetê,
piştgirî dane dagirkirina Kurdistanê û kuştina kurdan.
XXX
Hin kes ne şair in, lê xwe li şiîrê dikin bela, dibêjin
hutul batil emê bibin şair.
Hin kes ne kesê kanibe romanê binivîsîne, ew hosteyî, ew
zanîn pê ra tune ye, lê xwe li romanê dike bela, li pey hev romana dinivîsîne.
Ji ber ku camêr reqlama xwe baş dike û delalên wî hene dend dide, meşhûr dibe.
Di hin warên din da belkî baṣ bin, serketî bin, lê ne ṣair
in, romannivîs e.
Hin nivîskar jî hene qelema wan xurt e,kurmacîya wan mikemel
e,romanên pir baş,pir bi qalîte dinivîsin,lê reqlama xwe nakin û bêkes in nayên
naskirin.
Rexnegirên me tune ne,yên hene jî newêrin rexne bikin, lema
xwendevan nizane kîjan roman hêjayî xwendiyê ye, kîjan ne hêja ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar