Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa rexneyên giran li kurdan girtiye, gotiye sîlehên Amerîkayê ji çalakvanên Îranê ra şand kurdan nedan wan, ji xwe ra hîştin, vê yekê ew pir bêhêvî kiriye; baweriya wî bi kurdan nayê.
Heger Donald Trump derewan dike dibê hêzên kurd vê îdîa wî tekzîb bikin, bibêjin navan bide, we sîleh da kê?
Lê ez bawer nakim Donald Trump derewan dike, hin hêzên kurd bi rastî jî sîlehên Amerîkayê ji îraniyan ra şandibûn, nedan wan, ji xwe ra hîştin. Ev jî şerm û bêexlaqî ye, bêbextî ye, rûreşî ye.Meriv bi Amerîkayê ra bêbextiyeke wiha nake. Hêza, partiya ev bêbextî bi Amerîkayê kir, zirareke mezin da miletê kurd, sicîla kurdan, îmaja kurdan, navê kurdan pir xera kir.
Donald Trump îro li Qesra Sipî dîsa li ser şandina sîlehên ji îraniyan ra şandine rawestiya ye û kurd bi bêbextiyê îtham kiriye, gotiye li ser sîlehên me rûniştin, nedan çalakvanan. Gotiye, xelk dixwaze derkeve kolanan, lê di destên wan da sîleh tune.
Trump gotiye, wan bawer dikir kurd ewê sîlehan bidin xwenîşanderan,
”lê nedan, kurdan em bêhêvî kirin. Kurd ”tenê distînin, distînin û distînin. Ez
ji kurdan gelekî bêhêvî me "
Trump, rexne li piştgiriya kurdan a di Kongreya Amerîkayê da
jî girtiye, gotiye:
”Navê kurdan di Kongreyê da gelekî baş derketiye, dibêjin kurd
gelekî baş şer dikin. Lê newisa ye, tenê dema pereyan distînin baş şer dikin.
Loma ez ji kurdan gelekî bêhêvî me."
Trump gotiye:
"Min nexwest sîlehan bidin kurdan. Min got ew sîleh tu carî nagihên destê
çalakvanan, ez rast derketim. Ez ji rastderketinê hez dikim. Min berê gotibû kurd
ewê sîlehan ji xwe ra bihêlin, lê ez çi zanim? Ez di vî karî da nû me."
Donald Trump ev çend car in dibêje kurdan bi wan ra bêbextî
kiriye, sîlehên gerek bidana çalakvanên îranî, nedane wan, ji xwe ra hîştine.
Lê nabêje sîleh dane kîjan partiyê, kîjan hêzê?
Bi îhtîmaleke mezin ewê partiyên Kurdistana Rojava bin. Heta nuha ji partiyên
Kurdistana Rojava deng derneketiye, li ser vê meselê tiştek negotine.
Ez bawer nakim Donald Trump derewan dike, buhtanê li kurdan dike.
Ev beyanên Donald Trump navê kurdan, îmaja kurdan him li Amerîkayê, him li
dinyayê pir xera dike.
Hêzên sîleh nedane çalakvanên îranî, ji xwe ra hîştine ne tenê şerm kirine, bêexlaqiyeke
mezin jî kirine. Meriv li ser malê xelkê rûnane, ev bêbextî ye.
Medyaya kurdî dibê vê meselê zelal bike, ne tenê gotinên
Donald Trump biweşîene, navê partiya, kesên dest dane ser sîlehan jî bibêje,
dibê kurd bizanibin ew kî ne?

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar