12 maj 2026

Gerek meriv hewqasî jî xwe fahş neke !


Merivê dinyanedîtî, bêkultur gava zengîn dibe xwe fahş dike, xwe dike pêkenînê xelkê.

Li Stenbolê di nîşana Haydar Karayê wanî û fenomena medyaya sosyal Çagla Ozê da bi kîloyan zêr bi Çagla xanimê va kirine. Zêr bi her dera wê va kirine. Feqîrê bûye wek panoya zêr.
Ne îşê zêr e, serapê bûye zêr. Wek berdilkê, wek pêşmalê xişirên zêr kirine hustuyê wê. Wek sîrbenda hespê ye.

Rebenê di destan da cîyê bazinan nemaye, bazin bi benekî va kirine û bi navê va girê dane.
Meriv matmayî dimîne, însan çawa kane hewqasî bêkultur û ji medenîyetê bêpar be ?
Pêşiyên me, mezinên me, axa, mîr û begên me tu carî tiştên wiha fahş, ji urf û adetên me der nedikirin. Her tişt girêdayî medenîyeyê û kultur e, merivê ji van bêpar her tiştî dikin.

XXX

Di rojên tengiyê da meriv bervê xwe dide ya mêrekî çê ya jî çiyayekî asê.

Hin partî û siyasetmedarên kurd ji ber timayiya çend qurişan û çend sîlehan navê kurdan, pirêza kurdan, îmaja kurdan li dinyayê, li ba dostên me xera dikin, dilxwazên kurdan, mêrên çê ji kurdan sar dikin. Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro...

XXX

Kûçik çiqasî ji te ra nas be jî dibê tu baweriya xwe pê neynî, tim bi tedbîr bî, ço ji destê xwe navêjî.

Heta li Sûriyê kurd ne destvala bûn, tim bi ço û bi sîleh bûn, kûçikan êrîş nedibiran ser wan. Diewtiyan lê newêrîbûn herin wan.

Roja dîtin kurd destvala ne, sîlehên xwe danîn dest bi êrîşê kirin. Yên van kûçikên har berra kurdan didin tirk in, ew wan dajon ser kurdan.
Tirk dixwazin Sûriyê jî bikin wek Tirkiyê, kurdên wir jî wek yên Tirkiyê/Kurdistana Bakur bêmaf û tim êsîr bin.

XXX

Pêşiyên me hin temî û şîretên xweş, bi feyde li me kirine. Yek ji wan şîretan wiha ye:
Salê carê were bi sultan be.
Mehê carê were bi mîvan be.
Her roj meyê, ewê bêtahm be.
Mîvan ji mîvên ne xweş e, mazûban ji herdu seriyan ne xweş e.
Yanî dibê meriv ji tahmê dernexîne, xelkê zêde nerehet neke.

XXX

Serokê Amerîkayê Donald Trump bersîva meleyên Îranê red kiriye, gotiye tiştekî wiha nayê qebûlkirin.
Dûra jî gotiye, "Îran êdî ewê nikanibe bi Amerîkayê bikene."
Bi rastî jî Meleyên destbixwîn heta nuha bi Amerîkayê û bi Yekîtiya Ewrûpayê keniya, ew bahbûs kirin. Yanî tilî di wan va kirin. Trump ev yek fêm kiriye. Şalê êdî dawî be, bi sozên meleyên celad nexapin, hinekî din lêxin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar