12 maj 2026

Xortekî qedirzan di malpera "tirşik netê" da pesnê bloga min daye û karê min teqdîr kiriye

Di malpera "tirşik netê" da xortekî wefadar, qedirzan, bi naznavê ”mirovekîrind” li ser min û bloga min Hindik-Rindik çend gotinên ez gelkî dilşa û serbilind kirim nivîsîye, gotiye:

”Tiştekî 9 sal berî niha bû, ev blog hindik maye 20 saliya xwe jî biqulibîne.
Meriv ne nûçeyan, ne jî tiştekî din bixwîne, hema bi tenê Zinarê Xamoyî bixwîne têr dike. Her roj li ser tiştekî dinivîse, Xwedê umrê wî dirêj bike. Bira başî û xweşî para wî be.”

Xortê bi navê ”şoreşa pênûsa kurdî” jî gotiye:
”Pîroz be. Nivîsandina blogan bi kurdî bi rastî jî karekî pir girîng û hêja ye. Û ev kar wekî edet be û demeke dirêj, wekî 10 salan bê domandin pir xweş e.”
Bi van rêzên jorîn ne mimkûn e nivîskarek dilşa nebe. Ji bo nivîskarekî bextewariya herî xweş, herî mezin xwendevan ji nivîsên wî, ji berhemên wî hez bikin û xebata wî teqdîr bikin.
 
Pir kêm be jî carnan camêrên fena van herdu xortên wefadar, qedirzan blogeriya min a 19 salên bênabên dibînin, teqdîr dikin.
Dilnexwazên min ji dilxwazên min pirtir in, dijminên min ji dostên min pirtir in, ez wer texmîn dikim. Kumê rastan tim qetyayî ye, lê serê wan bilind e.

Lê belê hindik be jî, bi taybetî di nava ciwanan, xortan da xwendevanên min, hezkiriyên min hene û ne hindik in. Ev yek hêzê û enerjiyê dide min.

Ez blogerê kurmancî yê pêşî me, di sala 2007a da min dest bi blogeriyê kir. 19 sal in min bênabên, hema hema her roj(nexwşî û demên rêwîtiyê ne tê da) nivîsek, hin rojan 2-3 nivîs nivîsîne. Salê tê bloga min dibe 20 salî.

Heta nuha min tam 10778 nivîs di bloga xwe da nivîsîye. Îstîkrareke nêzî 20 sal û 1o778 nivîs ne karekî hindik e.

Xebata min, nivîskariya min di 2007a da dest pê nekir, min di sala 1980î da di rojnameya Armancê da dest nivîsandinê kir, 46 in bênabên dinivîsînim.

di 19 salên blogeriya xwe da min ne rêzek bi tirkî nivîsîye, ne jî şiroveyeke bi tirkî qebûl kiriye. Di Facebookê û platforma Xê da jî xwediyê eynî prensîbê me; di malperên min da tirkî qedexe ye.

Heger bikanibim dixwazim salê tê, di 20 saliya bloga xwe bi hawakî pîroz bikim û  hin nivîsên bijare di wek kitêb biweşînim. Kane 2-3 cild bin.
Feqet ez bi tenê nikanim, yanî dil heye, lê taqet tune ye, dibê hinek xwe bidin ber vî karî, ezê jî bibim pîbarê wan.

Min dirêj kir, careke din gelek sipas ji bo wan herdu xortan. Û ji sipas ji bo Omer Farûk Baran jî. Çimkî wî ew nivîs di ”tirşik netê” da dîtibû û haya min pêxist. Ne ew bûya haya min jê çênedibû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar